Li Kurdistanê ku polîtîkayên şerê taybet lê tên meşandin, zext û tundiya li ser jin û zarokan roj bi roj zêde dibe. Di vê çarçoveyê de dema ku bersûc bi zirxên bêcezakirinê tên parastin, jin û zarokên ku dibin hedefa şîdetê yan întîhar li wan tê ferzkirin yan jî hewl tê dayîn bên bêdengkirin. Yek ji van jinan jî Îpek Er e. Îpek Er a 18 salî ku li navçeya Qûbînê ya Êlihê dima, çawîşê pispor Musa Orhan tecawizî wê kir. Piştî bûyerê Îpekê di 7’ê Tîrmeha 2020’î de serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê dabû û gilî kiribû ku Musa Orhan êrîşa zayendî lê kiriye. Îpekê piştî gilî kir di 16’ê Tîrmehê de întîxar kir û nameyek li dû xwe hişt. Îpekê di nameya xwe de got ku ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ê li Sêrtê dixebitî tecawiz lê hatiye kirin. Îpek a di encama întîharê de bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê û di 18’ê Tebaxa 2020’î de piştî 33 rojan di beşa lênihêrîna giran de jiyana xwe ji dest da.
Di îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê di çarçoveya lêpirsînê di 27’ê Tîrmeha 2020’î de amade kir de, di rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) de, êrîşa zayendî ya kiryar a li dijî Îpek Er hatiye piştrastkirin û der barê Musa Orhan de bi sûcdariya “îstîsmara zayendî ya bi zanebûn” daxwaza girtinê hatiye kirin. Di medyaya dîjîtal de bertekên li hemberî Musa Orhan zêde bûn, Mûsa Orhan ê ku ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê ve biryara girtinê derbarê wî de hatibû dayîn, teslîmî Midûriyeta Emniyetê ya Bajrê bû. Musa Orhan ê ku piştî lêpirsîn li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatibû kirin, di 19’ê Tebaxê de hatibû girtin. Parêzerê Musa Orhan, Mehmet Erkan Akkuş, bi îdiaya ku gumana revê ya muwekîlê wî tune ye, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê îtîraz kiribû û daxwaza tehliyeya Musa Orhan kiribû. Dadgehê jî îtîraza parêzer qebûl kir û biryara berdana Musa Orhan da. Piştî biryara berdanê ya dadgehê gihişt girtîgehê, Mûsa Orhan êvara 25’ê Tebaxê hat berdan.
Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê li dijî vê biryarê nerazîbûn nîşan da, lê heyeta dadgehê îtîraz red kir.
Ji parêzerên doza Îpek Er a tecawizî wê hat kirin û înîtîhar kir Gulan Cagin Kaleli di 3’yemîn salvegera mirina Îpekê de nirxandinan kir.
‘Cezayê ku hat dayîn hat rexnekirin’
Gulan dema tecawiz û xwekuştinê bi bîr xist û rexneyên xwe yên li ser pêvajoya darazê anî ziman. Gulanê bertek nîşanî cezayê kêm ku li Mûsa Orhan hat birîn da û got, “Cezayê ku hat dayîn ji bo me bû mijara rexneyê. Pêşîn, serîlêdana ji bo daxistina cezayê; ya duyemîn jî ew e ku tenê wekî êrîşa zayendî bûyer tê pênasekirin. Dema ku ev yek bi giştî were nirxandin, tê dîtin ji ber Musa Orhan çawîş bû hatiye parastin, îfadeya Îpekê cidî nehatiye destgirtin û tenê hatiye hiştin. Lê li gorî îfadeya Îpekê di Qûna Cezayê ya Tirk de divê ev îfade bibûya sedema girankirina cezayê.”
‘Biryar bi piraniya dengan hat girtin’
Gulan anî ziman ku biryara derbarê Mûsa Orhan a ku dadgehê bi piraniya dengan, ne bi yekdengî girtiye, mijareke din a rexneyê ye û got, “Sedema ku bi piraniya dengan hat dayîn ev tê wateya ku dadger biryarek dijber da û bi vê biryarê beraeta Musa Orhan erê kiribû. Vî endamî bi nerîneke pir bêbingeh nirxandinek kir ku em di dosyayên bi vî rengî de rast tên ku têgeha ‘rizayê’ bi kar anî û vê jî careke din mafê jinê binpê kir. Piştre jî vî kesî got ku ev biryar ji aliyê îstînafê ve jî hatiye erêkirin û li wê jî bi piraniya dengan ji lijneyê hatiye derbaskirin.”
‘Reflekseke cidî ya civakî hat dayîn’
Gulanê, diyar kir ku darazê cezayê pêwîst der barê kiryar de nedaye û got, “Di destê darazê de tu sedem tunebû ku cezayê Mûsa Orhan neyê zêdekirin û neyê girtin.” Gulanê, bal kişand ku darazê ji ber ku Mûsa Orhan wezîfedarê cemaweriyê bû xiste bin zirxên parastinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helbet ev darizandin ji bo me ne bêhêvîbûneke tam e. Ji ber ku reflekseke civakî ya pir cidî heye. Bi vê refleksa civakî re bûyer di dîroka têkoşîna jinên kurd de bû yek ji bûyerên sereke û Îpek di bîranînan de cih girt. Dibe ku Mûsa Orhan, cezayê ku me dixwest negirtibe, lê piştî demeke dirêj cezakirina peywirdarekî cemaweriyê ya ji ber êrîşa zayendî enacama têkoşîna jinê ye û destkeftiya vê têkoşînê ye.”
Polîtîkayên bêcezahiştinê
Gulanê bal kişand ser polîtîkaya bêcezahiştinê ya li hemberî Musa Orhan û got, “Dema ku em li vê dosyayê dinêrin û li dosyayên din ên bi vî rengî dinerin, em dibînin ku bêcezakirin çawa wekî polîtîkayên şerê taybet tê bikaranîn.”
‘Têkoşîna jinê divê bi tevahî were rêxistinkirin’
Gulanê, diyar kir ku rojnamevan û kesên din ên bi vê bûyerê elqedar gelek caran hatine darizandin û wiha got: “JINNEWS’ê yekem car der barê rewşa Îpek de agahî da me. JINNEWS jî ji wê demê ve tê darizandin. Bi rastî ev yek nîşaneya polîtîkayên şerê taybet bû. Ji ber ku di vê pêvajoyê de aktîvîstên tevgera jinên Kurd ên ku pêşengiya têkoşîna civakî kirin, hîna jî di girtîgehê de ne an jî di vê pêvajoyê de gelek caran hatin darizandin. Vê jî polîtîkayên şerê taybet careke din li ber çavan raxistin. Ji ber vê yekê divê em ji vir û şûnde têkoşîna jinê ya topyekûn bi rêxistin bikin.”
Di dawiyê de Gulanê destnîşan kir ku bêcezahiştin bi hiqûqê tê avakirin û destnîşan kir ku li ser zemîneke ku hiqûqa xwe ava bike, di encama peymana civakî û têkoşîna civakî ya bi pêşengiya jinan de destkeftî tên bidestxistin.
Jinnews