Demek dirêj e ciwanên kurd li Ewropayê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyên girseyî li dar dixin. Ciwan di van meş û mîtîngan de dixwazin dewletên ewropa ji bo tecrîd bi dawî bibe rola xwe bilîzin. Têkildarî çalakiyên li ewropayê, çalakvanê ciwan ê kurd Azad Êrîş nirxandin kir.
Azad Êrîş anî ziman ku tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi tu şewazî naye kabulkirin û wiha got: “Di estpeke de di şexsê Rêber Apo de hemû gelê kurd di bin tecrîdeke giran de ye. Ji ber vê ye ku em her tim li qadan ji bo azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo di nav têkoşînek bê hempa de ne. Mirov dikare bêje ku azadiya Rêber Apo pêk were, wê rê li pêşiya azadiya cîhanê veke.”
‘Rêber Apo hişt ku ciwan xwe ji nûve ava bikin’
Êrîş da zanîn ku dibe Ocalan ji wan dûr be û wiha axivî: “Dibe Rêber Apo me dûr be. Îmralî di nava pergala îşkencê û tecrîdê de be. Lê Rêber Apo hişt ku gelek ciwanên gel bi zanebûna xwe xwe ji nû ve biafirînin. Ji ber vê yekê jî zayîna Rêber Apo ji bo ciwanên Kurdistanê xwedî wateyek pir cuda ye. Ne dijmin ferq dike, ne jî em bi xwe dikarin pênase bikin. Dirûşma we ya “Ciwan Fedaiye Rêber APO ne” bi serê xwe derneket. Di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de ev dirûşme bû slogana têkoşînê. Bi vê sloganê ciwanan xwe nas kirin. Bi vê dirûşmê têkoşîna xwe domandin.”
Zayîna Rêber Apo zayîna ciwanên Kurdistanê ye
Êrîş li ser têkoşîna ciwanan jî rawestiya û ev tişt got: “Di şexsê ciwanan de di şexsê ciwanên Apoyî de ala têkoşînê bilind dibe. Ji bo vê jî zayîna Rêber Apo zayîna ciwanên Kurdistanê ye. Zayîna Rêber Apo zayîna ciwaniyê ye. Rojbûna Rêber Apo afirandina azadiya gelan e. Di şexsê Rêber Apo de em dikarin bi her awayî bibêjin ku ciwan li xwe haydar bûne. Nasnameyek nû hate afirandin. Îro ev têkoşîn bi vî ruhî pêş dikeve. Çawa ku di van demên dawî de ciwanên Kurdistanê bi dirûşma “Werîn Cenga Azadiyê” ketin nava têkoşînê, berxwedana 4 parçeyên Kurdistanê, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê, bi qehremanî li ber xwe dan, di nava berxwedanê de cih girtin. eniyên pêş bi qehremanî, xwe birêxistin kirin, bi zanebûna Rêber Apo xwe perwerde kirin, di heman demê de li hemberî êrîşên rejîma faşîst di refên herî pêş de bûn. Em îro di maleke nû de dijîn, divê têkoşîna ciwanan di nava xwe de maleke nû ava bike.”
Ciwanên kurd înîsiyatif girtin
Êrîş bal kişand ser rêzeçalakiyan û wiha berdewam kir: “Heya ve deme mirov dikare bêje ku me bi dehan çalakî lidarxistin. Bi taybet di qada Ewropayê de me bi sedan ciwanen re li qaden Elemanya, Swisre, Fransa û Kanada çalakiyên cûr bi cûr li dar xistin. Ciwanên vê derê bû sedema kîneke mezin. Li ser van esasan me daxuyanî dan. Di encamên van daxuyaniyan da bi taybet di 29 Tirmehê de bi hezaran ciwan li qaden Dusseldorf, Paris, Marsilya, Toronto û Zurih herîkîn kadan. Ciwan tene bi van çalakiya ve sînordar neman. Bi taybet ciwanên kurd bi xwe inisayatif girtin û wek saziyên ku Fransa bajare Strasbourgene CPT, AIHM û AP çalakiyên bi bandor lidarxistin. Van çalakiyên ciwanan heya astekê rexistinbûyinek jî derxistiye holê.”
Eleqeya ciwanên biyanî zêde ye
Azad Êrîş der barê tevlêbûn û eleqeya ciwanên biyanî de jî axivî û ev agahî dan: “Mirov dikare bibêje ku eleqedarbuyineke gelê biyanî heye. Bi taybet aliye paradigmaya Rêbertiyê ya azadiya jinê de ciwanên enternasyonalist beşdarbûneke wan a çalakiyên me hene. Ew çalakiyen ku li qadan têne lidarxistin, bi piranî di pêşengî û tevlêbûna ciwanan pêş dikevin. Nezikatiya gele vêderê jî heya astekê erenî derketiye.”
Çalakî dê heta azadiya fîzîkî ya Ocalan bidomin
Êrîş, li ser plansaziya çalakiyan jî rawestiya û wiha dirêj kir: “Çalakiyên me bi taybet bê navber heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê dê bidome. Di çi astê de çalakî û têkoşîn pewîst bibe em ê her tim li qadan bin. Li ser van esasan em ê her tim di nava berxwedan û têkoşînek behempa de bin. Plansaziyên me hene. Em ê îsal bi dehan ciwanen re berê xwe bidin çalakiya Rêwîtiya Azadiyê. Ev çalakî dê bibe sedema azadî fîzîkî ya Rêber Apo. Em di vê baweriyê de ne. Em ê bi van çalakiyan berxwedana xwe mezin bikin.”
Êrîşên polîsan dibin asteng
Êrîş li ser astengiyên derdikevin pêş wan jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Astengiyen ku derdikevin herî peş, erişên faşîstan û polisan in. Ev her du xal her tim di çalakiyên me de dibin astengî. Bi taybet ev erîş li Elemanyayê pêşdikevin. Ji ber ku wek tarzê Ocaxên Ulkuyan, DİTİB rexistinên wan hene û li hemberî me disekinin. Bi taybet ev kesên dixwazin astengiyan derbixin, ji aliyê devletê ve têne destekkirin. Lê em wek ciwanên kurdên Ewropa her tim bi tarzekî demokratik çalakiyên xwe didomînin. Dewleten hegemon her tim li hemberî me astengî derdixin. Di navbera nêzîkatiya wan û devleta faşist e qirker a tirk tu cudatiyek nîne. Her tim wek hewldanên dewleta tirk hewldanên wana hene. Çalakiyên me her tim usa kebul jî nakin. Lê em wek tarze çalakiyên bi îttatiya sivil çalakiyên xwe didominin.”
‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’
Êrîş herî dawî ji bo pêşeroja çalakiyan jî agahî da û wiha bi dawî kir. “Li hemberî van dewletên hegemon em ê her tim di nava liv û tevgerê de bin. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin. Li ser vê bingehê em weke Ciwanên Apoyî di vê biryarê de israr dikin; Em ê bi bilindkirina bedelên têkoşîna îsal û têkoşîna ku em gihîştine vê qonaxê bigihêjin serkeftinê. Weke Ciwanên Apoyî biryara me wiha ye; Ji niha û pê ve em ê erk û berpirsyariyên têkoşîna ciwanan pêk bînin. Em ê di têkoşîna îsal de bi rola pêşengtiyê bi berxwedanê bi ser bikevin.”