DAIŞ’ê piştî Misûlê dagir kirin, di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengal û gundên derdora wê jî kir û komkujiyên mezin pêk anîn. Yek ji gundên ku DAIŞ’ê herî zêde komkujî lê pêk anîn gundê Koço yê Şengalê bû. DAIŞ’ê bi komkujiyê re piraniya avahiyên li gund jî hilweşand û talaneke mezin pêk anî.
Hikumeta Iraqê ji bo avakirina gundê Koço dest bi pêngavek kir. Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê, der barê mijarê de daxuyaniyek da. Ofîsê, da zanîn ku serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şiya Sabbar es-Sûdanî ji bo avakirina gundê Koço Lijneya Avakirina Herêmên Deşta Nînovayê wezîfederar kiriye.