Carekê zilamekî kercewsî bi dolmîşê ji Kercewsê diçe Êlihê. Di rê de mêşek bela xwe jê venake. Vin û hey vin li dora serê wî digere. Mêrikê kercewsî heta ku digihên nîvê rê gelekî aciz dibe. Mêş xwe ser milê wî datîne, hem mêşê di nava kefa destê xwe de digire.
Destê xwe dibe ber devê xwe û heta jê tê dibêje vin û vin û hey vin. Bi wî awayî heta ku digihê nêzî Êlihê mêşê di paceya dolmîşe re diavêje û dibêje de îca tu jî bi piyan vegere heta kercewsê.