12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûrê ‘Wijdana Hevpar’ ji holê radibe

 “Bîrdariya Wijdana Hevpar” ku li navçeya Sûra dîrokî ye û bi demê re gelek cihên wê xera bûne, nayê tamîrkirin

“Bîrdariya Wijdana Hevpar” ku li navçeya Sûra dîrokî ya Amedê ye, tevî ku texrîb bûye jî nayê tamîrkirin. Bîrdarî di îlona 2013’an de ji aliyê Meclisa Kirklarê ve hate avakirin. Bîrdarî bi armanca êşên ku nasname û baweriyên cuda ên li erdnîgariya Mezopotamyayê kişandine, careke din nekişînin hat avakirin. Li aliyekî bîrdariyê çav û agir hate xêzkirin li aliyê din jî bi zimanên tirkî, kurdî, ingilîzî, ermenkî, îbranî û erebî nivîsa “Ji bo careke din dubare nebe me êşên xwe kirin yek”.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Bîrdariya nêzî Parka Anzeleyê bi demê re texrîb bûye. Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, bîrdarî bi tena serê xwe hat hiştin. Nivîsên li ser bîrdariyê rûxiyan û beşên li kêleka wê jî hilweşiyan. Tevî vê yekê jî ji bo bîrdarî were tamîrkirin tu gav nayên avêtin.