Sînameger Mehmet Emîn Îsî, der barê Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê de diyar kir ku ji bo 80 belgefîlman serlêdan hatine kirin û ji nîvî zêdetir serlêdanên belgefîlman bi kurdî ne
Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, 8’emîn Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmed wê di navbera 27’ê îlon û 1’ê mijdarê de li Amedê li dar bixe. Serlêdanên belgefîlman di 3’yê tîrmehê de dest pê kiribû û di 31’ê tîrmehê de bi dawî bûbû.
Mihrîcan ji sala 2012’an heta sala 2019’an bi rêk û pêk bi rê ve çû, lê piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên bajarên bakûrê Kurdistanê hatin kirin, weke gelek mihrîcanên din ev mihrîcan jî hat betalkirin. Heta niha 7 mihrîcan ji aliyê Fîlmamed ve hatine lidarxistin. Piştî 4 salan wê careke din mîhrîcan ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn bê lidarxitin.
Endamê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Sînameger Emîn Îsî der barê mihrîcanê de ji rojnameya me re axivî û agahî parve kirin. Mehmet Emîn Îsî, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku piştî qeyûm hatine tayînkirin dest danîne ser qada wan a belgefîlman û ji ber vê sedemê ji neçarî navber dane lidarxistina Mihrîcana Belgefîlman a Amedê û ev agahî dan: “Wê mihrîcan di hefteya dawî ya meha îlonê de dest pê bike û wê di 1’ê cotmehê de bi dawî bibe. Mihrîcan gelek kevn e, di sala 2012’yan de cara yekem dest pê kir. Ev mihrîcan di bin banê şaredariyê de dihat meşandin. Ji ber qeyûm qada me dagir kir derfetên me kêm bûn. Me mihrîcana 6’emîn bi derfetên xwe amade kir û pêşkeşî sînemahezan kir. Dema me amadekariya mihrîcana 7’emîn dikir Adnan Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Ûyanik hevşaredarên Amedê bûn. Wê demê me di nav çend mehan de mihrîcaneke mezin û bicoş li navenda Amedê li dar xist. Piştre dîsa qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin. Çend sal derbas bû qet derfetên ku em mihrîcanê li dar bixin çênebûn. Me îsal biryar da ku em mihrîcanê careke din li dar bixin.”
Piraniya belgefîlman bi kurdî ne
Sînameger Îsî, bi lev kir ku belgefîlm ji bo wan bîra civakê ye û wiha got: “Bi rêya belgefîlman bîra civakê careke din tê berçavan. Ji ber ku bîra civakê tiştekî girîng e her çiqas derfet kêm be jî me xwest îsal vê mihrîcanê li dar bixin. Me ji bo mihrîcana 8’emîn di 3’yê tîrmehê de dest bi serlêdanan kir û di 31’ê tîrmehê de jî serlêdanan bi dawî kir. Ji bo 80 belgefîlman serlêdan hatine kirin. Ji van serlêdanan ji nîvî zêdetir belgefîlmên bi kurdî ne. Ji bo mihrîcanê ji çar parçeyê Kurdistanê jî belgefîlm hatine. Belgefîlmên ku ji me re hatine ji sala 2020’an ve hatine kişandin. Ji xwe me serlêdanan wisa dabû destpêkirin. Niha pêvajoya Lijneya Hilbijartinê dest bi hilbijartinê kiriye. Lijne ji derhêner û sînamegeran pêk tê. Wê ji belgefîlmên ku ji me re şandine 25-39 heb belgefîlm hilbijêrin û em ê wan bidin nîşandan.”
Hemû belgefîlm ji derve hatine
Di dewama axaftina xwe de Îsî, da zanîn ku ew dixwazin bi nîşandina belgefîlman rastiya civakê bidin nîşandan û ev tişt anîn ziman: “Me di sala 2015’an de bi dirûşmeya ‘Her der sînema her der berxwedan’ xebatên xwe dimeşand. Wê demê li her çar aliyên Kurdistanê berxwedanek hebû. Weke min got belgefîlm bîra civakê ye, divê wê bîrê derxe pêşberî mirovan. Ji ber ku li her derê Kurdistanê berxwedanek hebû, diviya ku belgefîlmeke berxweder jî hebûna ku rastiyê nîşan bidana. Di mîhrîcana îsal de belgefîlmê me tune ne, hemû ji me re ji derve hatine. Belgefîlmên ku ji me re hatine em ê wan bidin nîşandan. Di belgefîlman de tiştên ku em esas digirin û mijarên ku em dixwazin derxin pêş; pirsgirekên ku jin dijîn, mafên mirovan û pirsgirêk xwezayê ne. Belgefîlmên ku van xala di xwe de nehewînin em ê wan nepejirînin û nîşan nedin. Lijne jûriyê li ser van xalan radiweste. Di esasê xwe de FîlmAmed di nav belgefîlmên cîhanê de tê nasîn. Ev mihrîcaneke kevn e. Ev hilbijartinên ku em dikin jî ji ber derfetan e. Belgefîlmê ku ji me re hatine hemû jî baş in, ji ber vê yekê hilbijartina wan gelek zahmet e lê derfetên me tune ne em hemûyan bidin nîşandan. Em li gorî derfetên xwe dinêrin ka kîjan çîrok guncav in ku em derxin pêş.”
Wê belgefîlm du car bên nîşandan
Îsî, destnîşan kir ku li Kurdistanê pirsgirêka desthilatdaran bi bîra civakê re heye, dixwazin bîra civakê têk bibin û wiha pê de çû “Dixwazin em her tiştî ji bîr bikin û li gorî wan tev bigerin. Belgefîlm jî li dijî vê dertê û nahêle bîr bê jibîrkirin. Tiştên ku diqewimin qeyd dikin û derdixin pêşberî civakê. Dema gel li belgefîlman dinêrin careke din tiştên ku jiyane bi bîr tînin. Ji gelê Kurdistanê re bîr tiştekî pir girîng e. Dema mirov bîra xwe ji bîr bike her tiştê xwe winda dike. Belgefîlm tiştên bi serê me de hatine bi me nade jibîrkirin û tim di bîra me da dihêle. Ji ber vê yekê ev mihrîcan ji hemû mihrîcanan girîngtir e. Em dixwazin li Amedê li salonên cuda cuda belgefîlman bidin nîşandan. Ji ber wê em ê fîlmekî di du salonên cuda de bidin nîşandan. Ji bo kesên ku derfet nebînin karibin werin cihê ku belgefîlm lê tê nîşandan cara duduyan li saloneke din temaşe bikin.”
Wê nîqaş jî bên kirin
Di mihrîcanê de ji bilî belgefîlman wê li ser belgefîlman jî nîqaş bên kirin. Îsî, vê der barê de jî got ku wê di mihrîcanê de derfet bidin derhênerên nû û derhênerên bitecrûbe ku li ser belgefîlman nîqaşan bikin û ev tişt anîn ziman: “Em dixwazin ku di bin banê mihrîcanê de mihrîcaneke înteraktîf çêbikin. Derhênerên nû û derhêner bitecrûbe bi hev re parve bikin ku wê belgefîlmên nû çawa û bi kîjan rengî bên kişandin. Em ê wê derfetê ava bikin ku dan û standinên bi vî rengî çêbibin. Em ê hewl bidin ku gel derhenerên her belgefîlmî bibînin. Yan li ser online bibînin yan jî em ê belgefîlm bidin nîşandan û piştî nîşandana belgefîlm em ê hewl bidin ku li ser belgefîlm derhêner û temaşevan li wir nîqaşan bikin. Yanî temaşevan nêrînên xwe bibêjin û derhêner jî tecrûbeyên xwe parve bikin. Em ê di heman demê de hewl bidin ku derhênerên xwedî tecrûbe û yên ku nû destpêkirine, li ser kişandina belgefîlman, sazkirina çîrokan û meseleyên etîk ku dibin mijara belgefîlman û meseleyên teknîkî nîqaş bikin.”
Piştgiriya belgefîlmên nû tê kirin
Îsî, bi lêv kir ku di heman demê de di bin banê FîlmAmedê de piştgirî didin kişandina belgefîlman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me bangewaziya piştgiriya kişandina belgefîlman jî kiriye. Heta niha çar pênc proje jî ji me re hatine. Em dixwazin kesên ku çîrok û belgefîlmên wan hebin serî li FîlmAmedê bidin. Em bi hev re di bin banê FîlmAmedê de piştgirî bidin û bi hev re çîrokên xwe bikin belgefîlmek nû û biweşînin. Me destnîşan kir ku em piştgiriya kişandina belgefîlman dikin. Kesên ku çîrokên wan hene û serlêdan bikin em ê jî piştgîriya teknîkî bidine wan. Wê ji wan projeyan jî hinek bên hilbijartin û ji bo wan piştgiriyê bê dayîn. Ji bo van projeyan jî dê serlêdan heta 15’ê tebaxê bidome.”