Rojnameger Denîz Firat, 9 sala berê di 8’ê tebaxa 2014’an de dema ku DAIŞ’ê êrîşî Mexmûrê kir û êrîşên DAIŞ’ê dişopand, li ser erka xwe şehîd bû. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), bi munasebeta salvegera şehîdbûna Firat, ji rojnivîska wê beşek weşand.
Beşa rojnivîska Firat ku ANHA’yê weşand wiha ye:
“Payîz di hûzana xwe de dilê min ji rûpelên nû re vedike. Îro heval ji warê min ê kevn, warê kêfxweşî û hizna min a yekem hatibû ango ji warê evîna dilê min Metînayê hatibû. Di jiyana min de Metîna cihê xweşî û xemên min e. Min li Metînayê jana dilê xwe û evîna jiyana xwe binax kir bê ku li kovaniya dilê min binêre. Bayê felekê şemaqa xwe li rûyê min da ku ez heta li ser vê xaknîgariyê bijîm, ji bo ez vê şemaqê ji bîr nekim. Bê guman ne gengaz e ku ez wê ji jiyana xwe derxim. Metînayê heval Sarya ji min stand. Wê hevala min a herî binirx ji min stand. Dibe ku mirov ji cihekî hem hez bike, hem jî jê nefret bike. Tu jana dilê min ey Metîna, tu dizê evîna min a bêrehmî. Ma min di ber te de hindik berdêl dabû? Te çima wilo li min kir? Gelo bersiva te yê ji vê rastiyê re çi be?
Metîna bû warekî kavil di jîna min de, belê ew bû kovana dilê birîndar bê ku li hebûna janê binêre. Ez li mechûla hebûna te digeriyam, dema payîz li warê min bi bayê xwe mizgînî ji min re danî hîn zêdetir ez di nava xemên kavil de ber bi rojê li warê tenêbûna bîrwariya kevn ve dibirim. Ez niha li Sezen Aksu guhdar dikim, ji bo min cihekî wê yê taybet heye. Di jiyana min de Sezen û Ciwan Haco hevalên kêfxweşî û xemên min in. Ez di jîna xwe de hemû êş û kêfxweşiyên xwe bi wan re ango bi dengê wan re parve dikim. Hin caran difikirim ku ji bo wan hestê ku bi stranê wan dijîm bi wan re parve bikim. Hele ev Sezen be. Di hemû kêliyan de ez wê guhdar bikim jî têr nabim.
Penaber îro tu li kîjan warê kavil dimînî? Di şeva te de stêrk çi ji te re dibêjin bê ku hestê te jêpirsîn bikin, tenê li dengê dilê te guhdar dikin. Ji ber ku hemû hestên şevên tarî re stêrk dibin şahid. Ew şahidê xewn û xeyalên nepanîne. Di xaknîgariya dilê me de şahidê hemû hestên bê guneh ew in. Li şûna warê kavil bêgunehiyê digirin.
Payîz di guliyê daran de dide diyarkirin ku ew hatiye welatê me. Dema xemgîniyê ye ji bo xwazayê ew xeberdariya zivistanê jî bi xwe re tîne. Ew karwanê berfek bêyom dike. Hemû demsal bi xwe re hin tişta tînin, lê zivistan tenê bi xwe re kefen an jî cilê bûkaniyê tîne. Ji bo gelekan cilê bûkaniyê tê wateya xêriyê lê li welatê me ew bêyomiyek mezin di giyanê jinên vî welatî de dide çêkirin. Tenê ew mizgîniya mirina wan e.
Ji nepeniya rûyê te
Mistek bêdengî digerim
Ji nêrînên çavên te didim rê
Ber bi çiyayên bilind
Ber bi geliyê kûr
Bi hêviya ku di her şiverêyan de ez kenê te bibînim
Ji bo ku ramûsim peyvên di nava herdû lêvên terikî
Ew peyvên ku wateya xwe tenê di rastiya kenek bêguneh de veşartî,
Dixwazim di kenê te de bibim rêwî
Di zerya hezkirina te de bayîvana dilê xwe bi pêlên te re bikim heval
Di her hanaseyekî de
Te bijîm bê tewanbarî
Di rondikê çavên xwe de
Şopa bêrîkirinên te bigerim
Ji nalîna tunebûna te bitevize beden
Bilerize dest
Her ku pênûs li ser rûpelê lênûsa min te biresimîne bila hemû peyv bê wate bin ji kêfxweşiya dilê te.”