Polîtîkaya aboriyê ya Tirkiyeyê bi taybetî di salên dawî de bi temamî serobino bûye. Ger mirov ceteris paribusê (sabîtbûna hemû guhêrbarên din) esas bigire û faktorên din deyne hêlekê, mirov bi rihetî dikare bibêje ku sedemeke vê serobinobûnê jî helwesta wê ya ji bo faîzê ye. Ev helwest ku bi israr guh li hin pîvan û qanûnên aboriyê nake, bandoreke mezin li polîtîkaya pereyî, darayî û kûrê (kûra dowîzî) dike û aboriyê wêran dike. Yek ji van pîvanan jî hîpoteza “Trilemma” (Împossible Trinity), bi kurmancî “Sêbareya Nepêkan” e.
Ji hîpotezên herî girîng ên aboriya makroyî Trilemma ku di salên 1960’î de ji aliyê aborînasê kanadayî Robert Mundell û aborînasê îngilîz Marcus Fleming ve hîmê wê hatiye danîn, diyar dike ku serbestiya livdariya sermayeyê, kûra dowîzî ya serbest û polîtîkaya pereyî ya serbixwe nikarin bi hev re tevbigerin. Bi awayekî dîtir, ger di aboriyekê de sermaye serbest be û kûra dowîzî ya sabît bê pêkanîn, wê gavê ne pêkan e ku polîtîkaya pereyî ya serbixwe bê pêkanîn. Di rewşeke wiha de polîtîkaya pereyî li gor tendansa livdariya sermayeyê û kûra dowîzî dirûv digire. Berevajî vê, ger di aboriyekê de livdariya sermayeyê tim bê kontrolkirin, pêkan e hem kûra dowîzî ya sabît û polîtîkaya pereyî ya serbixwe bên pêkanîn.
Trilema, ji xeynî welatên wekî DYA, Çîn, Japonya û Ewropayê, li welatên wekî Tirkiyeyê yên di bin bandora dolarîzasyonê de ku hem hewl didin zorê li faîzê bikin hem jî bi firotina rezervan zorê li dowîzan bikin, aboriyê serobino dike. Ji lew re li welatekî bi vî rengî ku sermaye serbest tevbigere, bankeya navendî ya wî welatî divê yan faîzê yan jî dowîzê diyar bike. Nikare her duyan bi hev re diyar bike. Lê em ferz bikin her duyan bi hev re diyar kir û xwest her duyan bi hev re bimeşîne. Ev dibe ku ji bo demeke kurt bibandor be, lê axirê piştî wextekê dê bixitime û dê aborî ber bi “bear market”ê (di aboriyê de heyama reşbîniyê) ve biçe. Ji bo nimûne rewşa aboriya Tirkiyeyê.
Tirkiye ku di dawiya salên 1980’yî de sermayeya serbest esas girt, di sala 1993’yan, di dema hikûmeta Çîllerê de hewl da hem faîzê hem jî kûra dowîzî kontrol bike. Ji lew re hikûmetê digot dê xwe nexe bin deynê bifaîz. Ji dêvla vê, hewl da bi lîreyê xwe deynê xwe yê navxweyî bide. Lê gava bi pereyê bankeya navendî deynê xwe yê navxweyî da, ew pereyê ku gihîşt deyndêran ber bi dowîzan ve çû. Gava hikûmetê dît deynê ku dide, ber bi dowîzan ve diçe, vê carê jî ji bo ku pêşî li ber dowîzan bigire, rabû dest bi firotina rezervên dowîzî yên bankeya navendî kir. Gava ev jî çare nekir, vê carê jî hin bonoyên faîza wan zêde çêkirin. Piştî ku welatiyan ev bono ne standin, hikûmetê di destpêka sala 1994’an de mecbûr ma heya radeyekê serî li devulasyonê bide. Piştî vê di 5’ê nîsana 1994’an de pakêteke tevdîrgirtinê ya aboriyê amade kir. Di vê pakêtê de ji meaşê karker û karmendan heya ji bo kesên teqawidbûyî gelek sînor hatin danîn. Ji lew re lîreyê tirk, li hember dolar ji sedî 160 bêqîmet bûbû.
Hikûmeta niha ya Tirkiyeyê jî serî li heman rê û rêbazan da. Li aliyekî bi firotina rezervên bankeya navendî (niha di biniya sifirê de ne) mudaxile li dowîzan kir û hewl da dowîzan li cihekî bide sekinandin. Li aliyê din jî ji dêvla ku daxwazê (taleb) kêm bike û enflasyonê kontrol bike, bi israr xwest bi kêmkirina faîzê pêşî li ber enflasyonê bigire. Lê ev demek e, piştî ku dît êdî ne pêkan e hesabê malê û sûkê li hev derên, gav bi gav faîzê zêde dike. Lê di rewşeke wiha de dê zêdekirina faîzê bi tena serê xwe bibe çare yan na?
Bi fikra giştî û hevgirtî ya aborîzanan: “Faîz dikare aboriyekê serobino bike, lê nikare bi tena serê xwe aboriyekê bi xelasê bixe.”