13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Barana zêde xanî hilweşand

Barîna barana zêde ya li navçeyên Qelqelî û Seravê yên Wanê, bû sedemê rabûna lehiyê. Di lehiyê de xaniyek hilweşiya, zeviyên çandiniyê zerar dîtin û çêlekek jî fetisî. Piştî barîna gijlokê ya 10 deqîqeyan zevî ji gijlokê spî bûn û gelek zeviyên çandiniyê yên li gundan di bin heriyê de man.

Lehî, bi taybetî gundê Axruka Jêrê ya Qelqeliyê û li gundê Xerapsork a girêdayî navçeya Seravê bi bandor bû. Ji ber lehiya li her du gundan rabû gelek kes di malên xwe de asê man, hate zanîn ku li gundê Xerabsorkê xaniyek hilweşiya.