Emine Şenyaşar û Ferit Şenyaşar, bi Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û Serokê Baroya Enqereyê Mustafa Koroglu re hevdîtin kir.
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û zarokên wê li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar bi Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û Serokê Baroya Enqereyê Mustafa Koroglu re hevdîtin kir.
Malbata Şenyaşar serê sibehê saet di 09.30’an de bi Serokê Baroya Enqereyê Mustafa Koroglu re hevdîtin kir. Li vir li ser qetilkirinê nirxandin hat kirin. Piştre Emine Şenyaşar û Ferit Şenyaşar, bi Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û Nûray Çevirmen re hevdîtin kir. Emine Şenyaşar diyar kir ku du kurên wê û hevjînê wê hatine qetilkirin û daxwaza berdana Fadil Şenyaşar kir.