Ciwanê kurd ê bi navê Kerem Şik ku li Sêwasê leşkeriya mecbûrî dikir, duh bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Şik 10 roj berê rakirine nexweşxaneyê û nehat zanîn bê ka çima jiyana xwe ji dest daye. Saziyên fermî jî têkildarî mirina Şik tu agahî parve nekirin.
Malbata Şik, cenazeyê kurê xwe ji Sêwasê wergirt û duh li goristana navçeya Silopiyayê defin kir.