Carekê qezayekî trafîkê çêdibe û birîndaran dibin nexweşxaneyê. Di nava birîndaran de lingê 2 kesan şikestî ye. Yek ji wan kesên ku lingê wan şikestî xerbî û yê din jî aşîtî ye.
Dema ku doktor lingê mirovê xerbî dicebirîne ew gelekî dike qareqar û wîrewîr. Lê mirovê aşîtî qet dengê xwe nake û lingê wî dixin cebsînê û paşê herduyan dişînin odeyekê. Mirovê xerbî ji yê aşîtî re dibêje; kuro lawo welehî tu mirovekî gelekî cilezabî, ewqasî lingê te diêşiya te qet dengê xwe nekir û ne xema te bû.
Yê aşîtî jê re dibêje; kuro dîno tu çûye lingê şikestî xistiye nava destê doktor ji xwe wê biêşe. Min fen li doktor kir û lingê saxlem da ber loma qet neêşiya.