Pisporê Aboriyê Dr Umêd Qeredaxî der barê vê serdanê de got ku mijarên wê Erdogan û berpirsên Iraqê li ser baxivin, wê şerê li dijî PKK’ê, pirsgirêka avê û nefta Herêma Kurdistanê be
Mamostayê Zanîngehê û Pisporê Aboriyê Dr Umêd Qeredaxî, der barê serdana Serokkomarê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan a ji bo Iraqê de li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ragihand, Erdogan wê di dema serdana xwe ya ji bo Iraqê de li ser sê mijarên sereke li gel berpirsên Iraqê bicive.
Pisporê Aboriyê Dr Umêd Qeredaxî diyarkir ku wê Serokkomarê tirk Tayîp Erdogan li ser sê mijarên sereke serdana Bexdayê bike. Qeredaxî got ev her sê mijar jî, mijara şerê li dijî PKK’ê, pirsgirêka avê û nefta Herêma Kurdistanê ye.
Hêjayî gotinê ye ku dewleta tirk gelek caran ava çemê Dicle û Firatê ji ser Sûriye û Iraqê dibire û wê wekî çekekê di destê xwe de dihêle ji bo bazarên bi rayedarên wan welatan re.