Di roja me ya îro de însan bûye xwedî hêzeke wisa ku bandorê li dînamîkên esasî yên cîhanê dike û heta mirov dikare bibêje van dînamîkan diguherîne. Di van salên dawî de ji aliyê hinek zanyaran ve têgeha Antroposen tê nîqaşkirin û di çarçoveya zanista ekolojiyê de em ê balê bikişînin ser vê têgehê
Antroposen tê wateya ‘serdema mirovan’. Fikra sereke ew e ku ev serdem bi pêşketinên sanayiyê destpê kiriye û heta roja me ya îro berdewam dike. Bêguman li gorî hinek zanyaran serdema Antroposenê kevntir e û bi keşifkirina agir û çandiniyê destpê dike.
Antroposen bi bandora însanan a li ser jeolojiya cîhanê û ekosîstemê ve destpê dike û di encamê de serdemeke jeolojîk e. Di serdemên berê de cîhanê bandor li însanan dikir lê di Antroposenê de êdî însan bandorê li cîhanê dikin.
Dema ku em li pêvajoya dîrokî ya cîhanê dinêrin, em dibînin ku Antroposen bi heyama sê sedsalên dawî re têkildar e. Di heman demê de di nav milyonan salan de tê diyarkirin ku ev yek nîşana hebûna guhertina mezin e. Binavkirina Antroposenê wekî serdemek nû ye û ev argumana ku li gorî zanyaran, erd di guherînek jêveneger de derbas bûye.
Hinek zanyaran gotin ku serdema Holosenê bi dawî bûye û em ketine serdemek nû ya bi navê Anthroposenê. Baş e serdema Holosenê çi ye gelo, em hinekî behsa wê jî bikin. Serdema Pleistosen ku di nav heyama Quaternary de cih digire bi qasî 11 hezar û 12 hezar berê bi dawî bû vê carê jî serdema Holosenê destpê kir û heta roja me ya îro dewam dike.
Serdem bi heyama nav-stadîal a cemedê re ku bi dawiya serdema Qeşayê ya Nû destpê kiriye re têkildar e. Holosen di nav serdemên jeolojîk de xwedî cîhek girîng e, ji ber ku divê serdemê de însan bûn niştecih, dîroka nivîskî û pêşketinên çandî li çar aliyê cîhanê destpê kir.
Serdema Holosenê tê wateya berbelavbûn, mezinbûn û bandorên bilez ên mirovan, tevî dîroka wê ya nivîskî, pêşketinên teknolojîk, pêşkeftina şaristaniyên mezin û bi giştî veguhestina girîng a jiyana bajarî ya îroyîn e.
Cîhana me di dema Quaternary de gelek serdemên cemedî û navqeşayê derbas kiriye. Serdema qeşayê ya dawî 11 hezar sal berê bi dawî bûye û bi destpêka Holosenê re em hîn di serdemek navqeşahiyê de ne. Di vê serdemê de, bi saya avhewaya xweş, mirov hem di nifûsa xwe de zêde bûn.
Bi destpêkirina serdema Antroposenê re, li cîhanê belavbûna karbondîoksîtê zêde bû. Ev rewş bûye sedem ku cîhana me bibe xwediyê pêvajoyek germbûnê û vê jî bi xwe re pirsgirêkên ekolojiyê derxist holê.
Bandora mirovan li ser avhewa herêmî û gerdûnî bi serdema pîşesaziya nûjen destpê nekir. Delîlên şênber hene ku mirovan bi hezaran sal in li deverên mezin bûne sedema guherîna hawîrdorê. Bikaranîna agir û bi kedîkirina heywanan ji ber çêrandina zêde, hejmar û belavbûna nebatan kêm bûye.
Bi guhestina ser rûyê axê, mirovan faktorên girîng ên avhewayê yên wekî bayên li ser erdê û mîqdara molekulên karbonê yên di atmosferê de guherandine. William Ruddiman, paleoklîmatologek li Zanîngeha Virginia ye diyar dike ku 8 hezar sal berê bi îcadkirina çandiniyê Antroposenê destpê kiriye.
Ev nêrîn û argumana ku derbasbûna mirovan ji bo xebatên çandiniyê bandorê li ser rûyê erdê dike. Ji bo piştrastkirina vê nêrînê, gel ji wê heyamê destpê kiriye qadên çandiniyê û daristanan wêran kirine û girêdayî vê bi tunebûna daristanan re cureyên gelek ajalan tune bûne.
Krîza avhewayê
Li aliyê din tunekirina ava vexwarinê ango ava şêrîn, çêkirina bendavan û her wiha bi çêkirina bendavan ve guhertina herîkîna çeman, bi derxistina madenan texrîbkirina rûyê erdê, pir zêde xerckirina çavkaniyên xwezayî, hilberandina madeyên wek plastîk ku di hezar salan de ancax tev li axê dibin.
Ev hemû sedema destpêka serdema Antroposenê ne. Bêguman sedema herî mezin jî guhertina avhewayê û krîza avhewayê ye. Tişta herî xirab jî ew e ku mirovahî bi ser û ber mudaxaleyî ekosîstemê dikin û nizanin dê ev mudaxale encamên çawa derxe holê.
Bi zêdebûna însanan, sanayî, teknolojî, aborî û têkiliyên navdewletî wekî serdema herî dramatik ku însan bandorê li cîhanê dikin tê qebûlkirin. Ev serdem di destpêka salên 1800’î de destpê kiriye. Her çiqasî antposen wekî metaforeke înformel bi kar anîn jî lê li gorî gelek zanyaran serdemeke jeolojîk a fermî ye û divê wisa bê pênasekirin.
Li gorî hinek zanyaran destpêka serdema Antroposenê di salên 1950’î de destpê kiriye û ev salên wek ‘Lezbûna Mezin’ tê pênasekirin û di van salan de nemaze bikaranîna materyalên elemyun, plastîk û betonê zêdetir bûne.
Lê ev têgeh di despêka salên 2000’î de ji aliyê Paul Crutzen û hinek zanyarên din wek tezeke zanistî derket holê. Li gorî vê tezê li cîhanê bandorkerê herî mezin mirovahî ye û divê ji vê serdema jeolojîk re ‘serdema Însanan’ were gotin.
Lê cara ewil jeologê îtalyayî Stoppani di sala 1873’an de têgîna “serdema Antroposen” bi kar anî û behsa zêdebûna bandora mirovan li ser ekolojiya cîhanê kir. Ev pêşniyar hat paşguhkirin û ji bîr kirin. Piştre di sala 1919’an de jeologê rûsî Pavlov pêşniyar kir ku têgeha Antroposen bê bikaranîn.
Yanî bi serdema ku dihat îdiakirin ji ber ku mirov bûye aktorekî biyolojîk, kîmyewî û erdnîgarî yê xwedî hêza diyarker a gerdûnî pêk hatiye. Bikaranîna sotemeniyên fosîl û tunekirina çavkaniyên xwezayî bûye sedem ku cîhana me zêdetir karbondioksît, gazên serayê û germbûna global derxe holê.
Sanayî wek hemû pêvajo û amûrên hilberandina madeyên xam tê pênasekirin. Sanayiya îroyîn li ser bingehê dîrokeke dûr û dirêj û encamên îcad û lêkolînên cihêreng gihîştiye vê astê. Di destpêkê de mirovên ku debara xwe bi komkirinê dikirin, pêşî bi jiyana niştecihbûyî ya serdema Neolîtîkê dest bi hilberîna berhemên çandinî û sewalan kirin û li îmalatxaneyên cihê yên li derdora xwe hewl dan ku madeyên xav veguherînin madeyên hilberandî.
Mirovahî bi karanîna hilberînên xwe yên 7-8 sal berê ve ket serdem û heyameke nû û ev serdem nemaze li rojavayê Ewropayê û Îngilistanê destpê kir. Ev serdem wekî ‘Şoreşa Sanayî’ hat binavkirin. Ev bû sedema guherîna li seranserê cîhanê, mirovan ji bilî hêza xwe, pêşî bi karanîna enerjiya buharê dest bi makîneyan kirin.
Piştre dest bi avakirina fabrîqeyan kirin ku di vê enerjiyê de neft û elektrîkê tê de cih digire. Di van kargehan de, madeyên xav ên cihêreng di demek kin de hatin hilberandin, hilberîna girseyî destpê kir û bi çêkirina wesayîtên veguhestinê li çaraliyê cîhanê bazirganiya sanayiyê zêde bû.
Bi pêşketina van geşedanan di jiyana mirovan de jî guhertinên girîng çêbûn. Niştecihbûna bajaran zêde bû û li herêmên ku pîşesazî bi pêş ket, li gorî berê nifûs zêde bû. Yanî bajarvanîbûna sereke û bi taybetî jî avakirina metropolan bi pêşketinên sanayiyê derket pêş.
Tê gotin ku jihevzêdebûna însanan ya niha ji prîmatan zêdetir dişibe jihevzêdebûna bakteriyan. Li gorî hesabên ku hatine kirin li ser rûyê erdê biyokutleya însanan ji cureyekî ajalan 100 caran zêdetir e.
Xebatên sanayiyê hema hema her gav bi girseya nifûsê ya bilind, standardên jiyanê yên bilind, rêjeyên mezin ên xerckirina enerjiyê, pergalên veguhestinê yên birêkûpêk û mezin, serfkirina li ser astek mezin û di dawiyê de hêza siyasî û leşkerî ve têne ravekirin.
Pirsgirêkên ji sanayiyê diqewimin
Bi pêşketinên sanayiyê re pirsgirêkên ku jê re dibêjin pirsgirêkên hawirdorê û tenduristî û jiyana mirovan tehdîd dikin jî derketine pêş. Di nav wan de herî zêde barana asîd û qirêjiya nukleerî, hewa, av û axê derketin pêş.
Zêdetirî 200 sal in bandora însanan a li ser cîhanê tê nîqaşkirin. Ji bo vegotina texrîbat û wêrana ku mirov didin cîhanê bi hezaran mînakên sosret û qerase hene lê em bi çend mînakanan zirara bi destê însanan derketiye holê bi bîr bixin;
3 Di dema Sovyetan de ji ber avdana bêplan û bêpergal gola Aralê li cîhanê gola herî mezin a 4’emîn e di nav 40 salan de veguherî çolekê.
3 Di 24’ê adara 1989’an de keştiya petrolê bi navê Exxon Valdez li herêma Alaskaya Amerîkayê 10 milyon galon petrola saf berî deryayê da. Petrola ku tev li deryayê bû bandoreke mezin li zindiyên avê kir û derdora 250 cureyên çûkan mirin. Tevî ewqas dema ku derbas bû ye jî ekosîstemê hê jî xwe nû nekiriye.
3 Derket holê ku şîrketa bi navê Hooker Chemical di navbera salên 1940 û 1953’an de 22 hezar ton bermayiyên jehrî avêtine xendeka Kanala Love ya li New Yorkê. Piştî vê karesata ku bû sedema mirina bi sedan kesan, herêm bi temamî hat valakirin û paqijkirina wê bi salan domiya.
3 Ji ber teqîna reaktora 4’emîn a Santrala Nukleerî ya Çernobîlê xwezayê zirareke mezin dît. Vê teqînê bi qasî 200 caran zêdetirî teqînên Hîroşîma û Nagazakiyê zirar da derdorê. Hê jî li herêma Çernobîlê dema radyasyon tê pîvandin li gorî cihekî normal ji 40 qetî zêdetir radyasyon heye. Tê gotin ku ji bo bermahiyên radyoaktif temamî ji holê rabin divê 48 hezar sal derbas bibin.
3 Li bajarê Mînamata yê Japonyayê şîrketa bi navê Chisso bi qasî 30 salan hemû bermahiyê û sergoyên endustrî avêtin deryayê. Ev sergoyên jehrî zirareke mezin da ajalên deryayê, gelek ajal jehrî bûn û kesên ku ev ajalên deryayê xwarin ji ber civaya metîl jehrî bûn. Navê vê nexweşiya ku ji ber karesata ekolojîk derket holê Mînnamata ye.
3 Li bajarê Toskana ya Îtalyayê quma plajekî wekî tropîkal dihat hesibandin lê piştre derket holê ku ev qûmeke tropîkal nîne û ji karbona febrîqeyeke kîmyewî spî bûye û di nav vê qûmê de civa jî hatiye tespîtkirin.
3 Di sala 1991’an de hêzên leşkeri yên Iraqê dema ji Kuweytê vekişiyan, agir berdan zêdetirî 700 bîrên petrolê. Şewata bîrên petrolê 7 meh dewam kir, ji ber şewata milyarek varîl petrole karbondîoksîta ku tev li atmosferê bû û wek baranên asîdê bariya.
Li gorî zanyaran giraniya tiştên ku li cîhanê bi destê însanan hatiye çêkirin ji giraniya tiştên xwezayê derbastir kir. Hemû tiştên plastîk, tuxla, beton û tiştên din ên li ser rûyê erdê ku ji aliyê mirovan ve hatine çêkirin di van salên dawî de cara yekem ji giraniya nebat û heywanên li cîhanê girantir bûye. Giraniya tiştên ku bi destê însanan hatiye çêkirin gihîştiye 1 teroton (trilyonek ton).
Ev lêkolîn ji aliyê Enstîtuya Zanistê Weizmann ve hat kirin û navenda vê enstîtûyê li Îsraîlê ye. Li cîhanê her hefte bi qasî giraniya însanekê tişt tên afirandin. Tê texmînkirin ku dê di sala 2040’î de giraniya tiştên ku bi destê însanan hatiye çêkirin bibe 3 teroton.
Ev ji bo vegotina talûkeyê, xirabkirina ekosistem û ekolojiyê mînakeke balkêş e. Giraniya tiştên ku bi deste însanan hatiye çêkirin her 20 salan carekê 2 caran zêdetir dibe.
Di vê serdemê de her ku bandora însanan zêde dibe, ewqas jî daxwazên însanan zêdetir dibin. Nemaze jî di van salên dawî de eleqeya însanan a li hemberî xwezaya ku destê mirovahiyê negihiştiyê zêdetir dibe.
Di meha gulana sala 2019’an de 29 endamên Koma Xebatê ya Anthroposenê (AWG) ji bo heyama nîvê sedsala 20’emîn dîrokek pêşniyar kirin. Ji ber ku nifûsa mirovî ya ku bi lez zêde dibe leza hilberîna pîşesaziyê, karanîna madeyên kîmyewî yên çandiniyê û çalakiyên din ên mirovî bûn sedem ku serdema Antroposenê bileztir bibe.
Di heman demê de teqînên bombeya atomê erd bi bermahiyên radyoaktîf ên ku di nav nivîn û cemedan de hatine bicihkirin qirêj kirin û ew kir beşek ji dema jeolojîk.
Li gorî panelê, divê roja destpêkirina fermî ya vê serdemê yan ji ber teqîna bombeyan di atmosferê de hatine berdan, radyonukleîdên ku di sala 1945’an de pêk hatin û an jî bi Peymana Qedexekirina Ceribandina Nukleerê ya Bisînor a ku di sala 1963’an pêk hatibû, were diyarkirin.
Her wiha têgeha Antroposenê di zanistên felsefe, wêje, huner û zanistên civakî de jî cih girtiye. Di zanistê de bi mijarên kovarên taybet, konferans û raporên dîsîplînê re bûye mijar û balkişandine ser vê têgehê. Ev pirsên der barê Antroposenê de dema wê û encamên ekolojîk ên pê re, mirin û dawiya şaristaniyê, bîr û arşîv, çarçove û rêbazên lêpirsîna humanîst û bersivên hestyarî derdixe pêş.
Bandora li ser xwezayê
Bêguman guhertinên teknolojîk û sanayiyê çawa ku bandorê li xwezayê dike, di heman demê de bandorê li jiyana civakan û çandê jî dike. Çand tiştek maddî nîne, ji ber ku tiştek soyut û entelektuliyê ve têkildar e nekare bibe madî.
Lê madde bi şêwazê bikaranînê, şekil, reng û gelek taybetiyên din ve dikare bibe çandî. Avahî, kinc, mobilya, wesayît, bîrdarî, kevirên goristanê, amûrên muzîkê, lîstok, xwarin, amûrên xwarinê, kozmetîk, çek, çewlik hemû çanda maddî pêk tînin.
Çanda populer bênavber diguhere, ev çand li bajaran serdest e û wekî çanda komên nifûsên mezin ku homojen nîn in, wek çanda hevpar bi cih digire. Di vê çandê de dema ku hilberîna girseyî bi makîneyên kargehan tê kirin, aboriya pere jî serdest dibe.
Têkiliyên di navbera kesan de ji yên civakên pirtir lê kêmtir şexsî ne, her wiha têkiliyê navbera malbatê lawaztir e. Mirov bêtir di nav liv û tevgerê de ne, kêm bi cîh û warê xwe ve girêdayî ne.
Heger bê gotin ku çanda populer tenê yek taybetmendiyek xwe ya cihêkar çi ye, bêguman ew jî guherîn e. Guhertin ewqas lez e ku gelek kes nikarin jiyana xwe li gorî vê guhertinê dizayn bikin û her tim di nav tirsekê de ne û nemaze jî tirsa pêşerojê.
Di mijara parastina ekosîstemê û ekolojiyê de beriya her tiştî pêwîste hişmendiya heyî bi temamî were guhertin. Di vê mijarê de roleke mezin dikeve ser zanist û hunerê. Di van salên dawî de hinek hunermend ji bo bale bikişînin ser vê yekê xebatên hunerî dikin. Wek mînak David Thomas Smith û Wik Muniz bi fotografan li ser Antroposenê dixebitin.
Dibe ku em ketine serdemeke bêveger ango “Dojeha Mirovan”. Her çend peyva “Anthroposen” wekî têgehek paşerojê ya ku hêzê dide mirovan tê hesibandin, wisa xuya dike ku dê li hemberî xwezayê bêçaretiya mirovan di pêşerojê de bêtir derkeve holê. Jixwe di roja me ya îro de karesatên ku derdikevin holê nîşaneyên wê ji niha ve radixe ber çavan.