12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xoşnav Ata li ber OPCW’ê daxuyanî da  

Xoşnav Ata ku li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) saleke çalakiyê dike, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li çalakiya xwe anî, lê destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe dewam bike

Daxuyanî li pêşiya avahiya OPCW a li bajarê Den Haag ê Hollandayê hate dayin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar û Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê Abdulkerîm Omer jî di nav de nûnerên gelek saziyên Kurdan tev li daxuyaniyê bûn.

Xoşnav Ata di destpêka daxuyaniyê de axivî û bi bîr xist ku 359 roj in li pêşiya OPCW çalakiyê dike û got, “Ji 5’ê Tebaxa 2022’an û pê ve li pêşiya OPCW min dest bi çalakiya nobedê kir, ji bo balê bikişînim ser wê yekê ku artêşa tirk çawa çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne.”

Ata got, “Hêviya me hebû, daxwaza me ya hevdîtinê hebû, lê pêk nehat. Hêviya me gelê me bû. Xwedîderketin pêk hat.”

Xoşnav Ata bi bîr xist ku di encama êrîşên kîmyewî yên dewleta tirk de biraziyên wî Gulperîn Ata û Mîhrîban Ata şehîd bûn û ji ber vê yekê jî li ber OPCW dest bi çalakiyê kir ku tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Piştre daxuyaniya Ata bi Kurdî û Îngilîzî hate xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Îro roja 359’mîn a nobeta min a li pêşya avahiya OPCW ye. OPCW saziyeke navnetewî ye ji bo qedexekirina çekên kîmyewî û li Den Haagê bi cih e. Yanî ev sazî ji bo hemû welatên Ewropayê û yên dinyayê gelekî girîng e. Ji 5’ê Tebaxa sala bihurî û pê ve min di nava hefteyê de her roj li wir nobed girtibû, ji bo bala raya giştî bikişînim ser bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî yên artêşa tirk.

Ev gelek sal in ku wêne û dîmenên laşên ku bi kîmyasalê hatin şewitandin û kesên ku ji xazê dimirin derketin holê û pê re sûcên şer ên artêşa tirk dihatin raxistin ber çavan.

Xwarziyên min bi xwe jî, du jinên ciwan ên Kurd, bi wan çekên kimyewî yên artêşa tirk hatin qetil kirin. Cenazeyên wan jî wek îsbat li pêş çavan in.

Gelek îsbatên pêbawer hene, ku bi saya wan saziya OPCW diviyabû li gorî erk û berpirsyariyên xwe û rêgezên xwe, lêkolîneke bidaya destpêkirin.

Di nav wan de bi sedan daxuyaniyên şahidan û bi hezaran îsbatên cuda hene. Li aliyê din saziya serbixwe ya xwediyê Xelata Nobelê, Saziya Bijîjkên Navneteweyî ya ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî, bi xwe jî bi rapor û têbînîyên xwe piştgirî da lidarxistina lêkolîneke berfireh.

Lê OPCW daxuya, ku ew tenê dikare bikaranîna çekên kimyewî lêkolîn bike, eger dewleteke endamê Neteweyên Yekbûyî wê yekê daxwaz bike. Ango dibêje ku mafê ji 40 milyon Kurd zêdetir nîne ku li dijî çekên kimyewî werin parastin, ji ber ku bê dewlet in.

Ev yek gelo di nava serê we de çi pirsan çêdike?

Ez îro, piştî salekê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê îlan dikim ku ez dawî li nobeta xwe tînim. Ev nayê wê maneyê ku ez ê hewldanên xwe dawî bikim. Na. Min ev biryar da piştî ku min rastiya OPCW’yê nas kir û dît ku bêdengiya wê ne tenê mafê gelê Kurd ku li dijî çekên kîmyewî werin parastin, lê belê nirx û destketiyên gelên Ewropayê bi xwe jî binpê dike. Ez bi vî awayî vê berpiryariyê radestî we dikim.

Ji ber ku rêbaza ku OPCW vê bikaranîna çekên kimyewî ji nedîtî ve tê û xwe li hemberî vê sûcê li dijî mirovahiyê ker û lal dike, rastiyeke ya gelekî bi tahlûke rave dike. Pîvanên ku Ewropa û Neteweyên Yekbuyî iddiya dikin ku diparêzin, nayên bicih anîn.

Gava Kurd bi gazê bikaribin werin kuştin, wê wextê ew dirûtiya OPCW wê sibê ji şêniyên dinyayê re jî bibe bela. Bînin bîra xwe çawa di şerên dinyayê yên yekem û duyem de xazên jehrî li ser xendekan dibihurîn û giştî bajarên Ewropayê tune kirîbûn.

Wexta OPCW guh bidaya bangên lêkolînê û berpirsyariya xwe bicih anîba, wê xwarziyên min û qurbaniyên din sax bana. Bêdengiya OPCW, nûnerên Yekitiya Ewropa û ya Neteweyên Yekbuyî işareta têkçûna demokrasî û paşeroja aştiyê ye.

Bi heman awayî berpirsyartiya we ye ku hûn xeteriya vê bêdengiyê bibînin û bo wê yekê ji bo parastina nirxên xwe bang li rêveberên welatên xwe bikin. Hûn dikarin vê dozê bi rêya nûnerên dewleta xwe bînin pêşiya Neteweyên Yekbuyî.

Redkirina lidarxistina lêkolîneke ji aliyê OPCW’yê bi hêceteke ku Neteweyên Yekbuyî wek berpirsyar nîşan dide, bi zelalî radixe ber çavan ku tu rêyek din ji bo bidawîanîna terora kîmyewî ji xeynî hişyarkirina raya giştî tune.

Saddam Hussein Kurdên Halabja di salên 1980’î de bi xazê  qetil kiribû û bi dehan salan dem pêwîst bû ji bo edaletê pêk were. Em hêvî dikin ku sazî û aliyên berpirsyar wê bêdengiya xwe dubare nekin û cardin xwe nekin şirîkê sûcên li dijî mirovahiyê ku di sedsala 21’an de jî li hemberî gelê Kurd tê kirin.”