Operasyona leşkerî ku di 25’ê tîrmehê de li çiyayê Sipêrêz ê Colemêrgê hatibû destpêkirin didome. Di operasyonê de leşkeran bi darê zorê şivanê bi navê Mûrat Çarik biribûn herêma operasyonê. Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) daye şivan Çarik duh bişev ji aliyê leşkeran ve hatiye berdan. Li gorî nûçeyê şivan nîva şevê gihiştiye mala xwe û rewşa wî baş e.