Temûza ku her sal bi keştiya Xeyrî û Kemalan ji oqyanûsan derbas dibe, îsal jî bi heman bahozê derbas dibe. Oxira xêrê be! Wek hozanek dibêje: “Paşeroj nemir, neçû jî.” Paşeroj naçe, çima û çawa biçe? Hela jî ku bi gulên rûmetê hatibe nexşandin, qet naçe. Ji bo xwe geştir bike, tim canek û livek nûh dibîne.
Her wiha ev Temûz, sedemîn salvegera Peymana Lozanê ye jî, hin çalakiyên şexsî û komelî tên lidarxistin, hemû jî hêja ne, belam hêj hal û rewşek ku dinyayê bihejîne û wê peymana rûreş biqetîne nîne. Dema li zîndanê bûm, min di dilê xwe de digot ger ku hingê li derve bim, ez ê pir bifikirim û rêzeçalakiyên hejikîner bibînim. Belam niha tiştek nayê bîra min, ne ku serê xwe nayşînim, lê tiştên ku tên bîra min, ji min re wek yên ku min xeyal kiribû nayên, zehf sembolîk û ne layiqê pêkanînê tên.
Jixwe ez vê tengezariyê gelek caran dijîm, lew dizanim ku hêza fikr û hestan, dikarin bi awayek koantomî dinyayê bihejînin, lê ji bo ku em û xwebûna xwe, ne di wê pîleyê de ne, em di nav qefesa xwedubarekirinê ya zengarî de dimînin. Yanî bûyera ku jê re dibêjin”brain-storm”, firtona mêjî, pêk nayê. Em bi qerarek mezin dest bi fikirînê dikin, belkî heta derekî jî diçin lê ji wê pê ve qablo diqete û ew despêka xweşik badilhewa diçe, nabe firtone. Lew mêjî li cîhê ku ji sedî sed bişuxule, ji sedî pênc, pazdeh an jî bîst dişuxule, ma bi şuxulandinek wiha çawa serweriyek ji sedî sed derkeve? Mêtingehbûyîn belayek wiha ye; digel jiyan û bextewariya mirov, xeyal û heqîqet, raman û hestên mirov jî biçûk dikin. Pêlavên wan ên bi xwîn, ne tenê ji ser erd û axa mirov, lê ji ser dil û mêjiyê mirov jî kêm nabin. Loma jî van pirsên hêja li guhê her yek ji me bibin guhar, gelek baş e; ez dijmêtingerek çawa me, şev û rojên xwe bi jiyandariyek çawa derbas dikim û çiqas serwer û çiqas binkeftî me?
Yanî van pirsan guharên me ne, me wan bi kêfxweşî li guhên xwe bicîh kiriye, ne ji mecbûrî. Lew tiştên mecbûrî, ji qewlê pêşiyên me ve, ji qirikê berjor in, yanî ji dil nayên, ji bo ku ji dil nayên jî nikarin tu tiştî biafirînin. Lew dil e afirandkarê mezin, heta ew dest pê neke hêz û heza mêjî û tevgerê nakeve dewrê. Her wiha di vê babetê de jî her yek ji me xwedî dîyalektîk û çîrokekê ye û wek her car dîsa birîndar bi birîna xwe dizane. Lê wek ku min li jor jî got, nekarîna dîtina giyan û bedenek nû ya ku min digot, ez ê ew gav bibînim, min aciz dike, hêvî dikim ku belayên bi vê awê li ser serê we tune bin û hûn kengê bixwazin karibin xwe bigihînin firtoneya mêjî.
De bila ev helbesta min jî diyarî be ji bo tevî firtonegeran.
Şînahiya surehiyê
Tîrêjên ava surehiya şîn
Her derê şîn dike
Li ser şaneşînan
Li paş perdeyên gulgulî
Sandiqa bapîrê bi lingên darîn tê ber bextê te
Gere dîsa dermanê
Her xeyalê hebe li ba te
Odeya sandiqê, bîna darçînê…
Lingên me yên darîn
Bi me re nayên
Qey hûn ê me dîsa nekin
Zarokên xwe yên nehs û delodîn
Dapîr gazî rojên werdekan nake
Laçika qedîfe gula sor venake
Neqşê nazbalîfê nakene
Şînahiya surehiyê avê şîn nake
(Kirasê Heyvê, Weş, Aram)
Bahoza keştiya Temûzê, hawar û fîxana Glîdaxê jî bi xwe re dibe û dizane, em û em in dîsa, ên ku karin wê peymana ku sed sal e kujera me ye tune bikin û van ewrên reş ji ser, ser û dilê me belav bikin. Her wiha em lehengê mezin Simkoyê Şikakî jî bibîr bînin, lew yekemîn kurdê ku ji bo betalkirina Peymana Lozanê serî rakiriye jî ew e, lew wî hêj di wan rojan da baş dîtibû ku bêyî nasname û qebûlek fermî, mîsogeriya welat nîne. Jixwe şehadeta wî ya di vê rêyê da jî rastê 21’ê Temûzê tê, yanî ew pêşengê keştiya Temûzê ye, bi ruhê 19’ê Temûzê yê serfîraziya Rojava oxir be ji wan ra!