Şerê artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn ku kete roja xwe ya 100`emîn hîna jî li gelek aliyên Sûdanê dewam dike.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê, ji ber şer zêdetirî hezar û 136 kes hatine kuştin. Şer li paytexta welat, rojava û başûrê welat dewam dike. Tevgera Gel a Rizgariya Sûdanê jî hewl dide dest deyne ser herêmên li bakurê Sûdanê.
Li aliyê din, ‘Hêzên Azadî û Guhertinê’ jî ku xwe wek navbeynkar nîşan dide, diyar kir ku ew ê îro û sibê li Misirê ji bo bidawîkirina şer civînekê li dar bixe.
Hêzên Azadî û Guhertinê hêzeke siyasî ya Sûdanê ye, ji Kombûna Pîşesazan, Eniya Şoreşgerî, Hevbendiya Hêzên Lihevkirina Nîştimanî, Bloka Kombûna Federal a muxalefetê û blokên Hêzên Nîdaa Sûdan pêk tê.