Li Endonezyayê, keştiyek li peravên girava Sûlawesî noqî avê bû. Tîmên operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê, der barê mijarê de daxuyandin ku keştî nîvê şevê noqî binê avê bûye û di keştiyê de ku 40 kes hebûne. Li gorî daxuyaniya tîmê, ji keştiyê 6 kes hatin rizgarkirin, lê herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest daye û agahî ji 19 kesan nayê girtin.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat edestpêkirin.
Hêjayî gotinê ye ku di sala 2018’an de li Sûmatrayê jî keştiyek noqî binê avê bûbû û zêdetirî 150 kes xeniqî bûn.