Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 28 meh in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên redkirin. Parêzerên Abdullah Ocalan di 10’ê tîrmehê de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û di 18’ê Tîrmehê de jî bi hinceta “cezayê dîsîplînê” ya nû serlêdan hat redkirin. Dadger sedem û dîroka “cezayê dîsîplînê” ya nû ji parêzeran re negot. Parêzer Muharrem Şahîn ku zêdetirî 15 caran çûye Girtîgeha Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye, têkildarî mijarê ji nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bazîd Evren û Mujdat Can re axivî.
Mûharrem Şahîn, diyar kir ku tecrîd dûrxistina ji civakê ye û di qanûn û makeqanûnê de tecrîd tune ye û wiha got: “Tu sedemên tecrîdê ji aliyê hiqûqî ve nîne, lê hiqûqê bin pê dikin û tecrîdê didomînin. Di vê hêlê de jî berpirsiyar siyasetmedar in. Yên ku welatan bi rê ve dibin siyasetmedar in û yên qanûn û zagonan çêdikin jî dîsa ew in. Pêk anîna van zagon û qanûnan jî berpirsiyariya hiqûqnasan e. Tişta bê kirin gelek hêsan e. Divê Dadgeha Cezayê qanûnên heyî pêk bîne.”
Çalakiyên li dijî tecrîdê
Şahîn, bal kişand ser çalakiyên li dijî tecrîdê hatine kirin û ev tişt gotin: “Bi dehan kes li dijî tecrîdê çalakî kirin û xwe kuştin. Dîsa bi dehan, sedan kes ketin grevên birçîbûnê. Lewma me digot tu mînakên vê tecrîdê di cîhanê de nînin. Li tu derê cîhanê ji bo hiqûq bê pêkanîn mirov namirin. Lê mixabin di welatê me de ji ber ku hiqûq pêk nayê mirov dimirin. Divê bal li ser vê hêla tecrîdê bê kişandin. Heta edalet, hiqûq û daraza serbixwe tune be di welat de nîzam çênabe. Piştî giran kirina tecrîdê pirsgirêkên welat jî, ji hemû hêlan ve giran bû. Îro di nava civakê de qeyrana aborî, edalet û hiqûqê heye. Me dît ku gava ji Îmraliyê agahî dihatin, pêşniyariyên Birêz Ocalan yên di der barê demokrasiyê de kêm be jî dihatin pêkanîn, aramiyek dihat welat. Heke fikrên Birêz Ocalan ên di der barê demokrasiyê de esas hatiban girtin, wê çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê jî hêsantir ba. Lewma divê ev tecrîde tavilê bê bidawîkirin.”
Berpirsyarî
Di berdewamê de Şahîn, da zanîn ku dewlet û pergal bi lihevhatinekê vê tecrîdê didomînin û êdî ew nikarin behsa azadiya fikrî û ramanî bikin û der barê mijarê de ev nirxandin kir: “Gava hevdîtin hebûn jî tecrîd berdewam dikir. Malbat, di bin rewşên gelek giran de diçûn hevdîtinê. Gava parêzer diçûn gelek pirsgirêkên dijhiqûqî dijiyan. Bi tecrîda li ser Birêz Ocalan siberoja gelekî tê dizîn û holê rakirin. Di serî de siyasetmedarên kurd divê hemû siyasetmedar realîst û micid nêzî meseleyê bibin û ev pirsgirêk bê çareserkirin. Heke em micid û realîst nêzîk nebin dê pirsgirêk mezintir bibin. Divê hemû beşên civakê û hiqûqnas di der barê vê yekê de hesas bin. Lewma heke wisa nebe em hemû dê bibin şîrikê vê bêhiqûqiyê. Li vir bi vekirî mafek tê binpêkirin û divê ev maf bê pêkanîn. Heke neyê pêkanîn, ev sûc e.”
Pirsgirêkên Girtîgeha Îmraliyê
Şahîn destnîşan kir ku sedem vê tecrîdê ew e ku Ocalan li bara civakê xwedî bandor e. Şahîn diyar kir ku cihê hewagirtinê ya Ocalan bi tevahî bi têlan girtiye û tenê saetekê dikare derkeve cihê bêhnvedanê. Şahîn anî ziman ku odeya Ocalan hewa nagire û pace bi ban ve zeliqandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê mazgalek piçûk heye û bi vekirina wê mazgalê dikare hinekî hewa bigire. Têkiliya wî ya bi kesên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de dimînin jî sînordar kiriye. Name û pirtûk gelek caran nagihije wî û hemû hevdîtin jî tên qeydkirin. Ev tişt jî nîşanî me dide ku gava hevdîtin heyî jî bi awayekî tecrîd hebû. Sedema van kiryaran jî fikrên Birêz Ocalan in ku naxwazin bigihije civakê. Tenê çareseriyek heye, ew jî pêkanîna edalet, hiqûq û demokrasiyê ye. Divê dewlet xwestekên welatiyên xwe bi cih bîne.
Cezayên dîsplînê
Ji bo serlêdanên hevdîtinê jî Şahîn, bi lêv kir ku hemû hincetên astengkirina hevdîtinê pûç in û Çi bibe bila bibe, tu cezayên dîsîplînê ji bo hevdîtina bi parêzeran re nabe astengî. Di hiqûqê de jî ev tişt tune ye. Em vê tecrîdê tenê bi Tirkiyeyê ve girêdayî nabînin. Ev rihetî hinekî girêdayî bêdengbûyîna welatên berpirsiyar ku berpirsiyariyên xwe bi cih naynin. Ji ber vê yekê Tirkiye gelek rihet tevdigere. Mafên girtiyan di Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî hatiye destnîşankirin û Tirkiyeyê jî ev peyman îmze kiriye. Di nava Yekitiya Ewropayê de 20’an pirtir welat hene û hemû jî berpirsiyar in. Bi siyaseta navbera xwe ya rojane li gor berjevendiyên xwe tevdigerin û ji vê bêhiqûqiyê re bê deng dimînin. Ev jî nîşaneye ku ev tecrîd kiryareke navneteweyî ye. Lewma serlêdan hemû tên redkirin. Lê ev nabe hincet ku dest ji tekoşînê bê kêşandin. Divê ev tekoşîna li dijî tecrîdê bê berfireh kirin û berdewam bike.”
Nêzikbûna Ocalan a ji bo kiryarên li dijî wî
Şahîn, têkildarî nêzîkbûna Ocalan ya li hember kiryarên li ser wî tên kirin jî axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birêz Ocalan digot ‘Ev tecrîd li dijî fikrên min û reseniya min e.’ Birêz Ocalan bi hemû rexne û zextan jî, dest ji reseniya xwe berneda. Tû car jî Birêz Ocalan ev yek neanî ziman û digot ‘Ev kiryarên li dijî min, ji bo min ne pirsgirêk e.’ Tenê rexneyên wî yên bi cih neanîna fikrên wî û demokrasiyê hebûn. Gelek caran anî ziman ku ‘Heke li welat demokrasî neyê pêkanîn, li hêla hiqûqê pêşketin çênebe, qada azadiyê neyê berfirehkirin, wekhevî nebe dê tecrîd belavî her derî bibe. Wê darbe jî çêbibin.’ Hema bêje di hemû hevdîtinan de ev tişt dianî ziman. Me jî şember mînakên vê yekî dîtin. Divê ji bo rakirina vê tecrîdê her kes hesas tevbigere.”