Dîroka kurdan, nola mozaîqeke niwaze ye lê mixabîn ev mozaîqa rengîn û ew çend jî dewlemend, ji hêla destên bêyom ve ji hev hatiye belawelakirin. Werin em kabikên kevirê mozaîqê yek bi yek li cihê wê dînin û sûretê mozaîqa xwe durist bikin.
Di dîroka miletê kurd a qedîm de, Şahînşahîya Mîtanî xwedîyê şopeke kûr û ew çend jî eyan e. Navenda vê şahînşahîya pêşîyên me Mîtanîyan, sêkuçukîya Amed, Mêrdîn û Rihayê ye. Piştî dîroka Şahînşahîya Mîtanîyan a 3 hezar heftsed sal berîya niha, di heman sêkuçukîya van her sê bajarên me yê qedîm de, eşîreke bi navê Metînî heye. Ev eşîr bi navê xwe û bi rewşa xwe ya li ser heman axê, e’detî nola Şahînşahîya Mîtaniyeke piçûçik temsîl dike.
Bê çawa eşîra Goyîyan, wekî paşhatîya pêşîyên me yên Gotî/Gûtî ye, bê çawa eşîra Xalta wekî paşhatîya pêşîyên me yên Xaltî-Ûrartû ye, eşîra Metîna jî paşhatîya pêşîyên me yên Mîtanî ye. Û navenda vê eşîrê jî gundê Dêra Metînayê ye. Em jî wekî ekîba Dîroka Veşartî, ji Dêra Metînayê dikevin rê û berê xwe didin Kela Rebetê, embara pêlewan û bokên Kurdan.
Em ji girê Dêra Metînayê difitilin, di nav gundê Kevirşînê re derbas didibin. Par van çaxan li vî gundî, mozaîqên hezar û 500 sal berê, yên aydê Bîzansiyan hatibû dîtin. Qismeke wan mozaîqan, ên ji ber niştecihê gundê Kevirşînê filitîbûn, niha li muzexaneya Mêrdînê tê pêşandan.
Ger ez hevokek din der barê vî gundî de bibêjim, ew ê kirinên wan yek bi yek werin bîra min û ez ê xwe ranegirim. Hingê êdî ne ev rûpel bi tenê, tevahiya rûpelên rojnameya Xwebûnê jî têrê nake. Lewra ji jinên vî gundî bigire heta kal û pîran, tevdekên wan qirdikên xwedê ne. Ango her yek ji wan dikare qûşê li stand-upên profesyonel biqetîne.
Hasilîkelam em di ser gundê Tirbamamo, Buxur, Kumtere û Sêvnatê re derbasî gundê Rebetê, ango Kela Rebetê dibin.
Heta niha em di ser navçeya Çinar, Şemrex û Dêrika Çiyayê Mazî re derbas bûne û ev gundên navên wan hatine bilêvkirin, tevdekên wan yên eşîra Metînayê ne.
Gundê Buxurê, 27 km li bakûrrojavayê Dêrikê dikeve. Li vî gundî, aveke ku jê re dibêjin “dengiza buxurê” heye. Ji şikefteke dêwasa dizê û kûrahiya wê bêbinî ye. Dîsa di navbera gundê Buxurê û Kumterê re, lûleyên petrola Kerkûk-Yûmûrtalixa Ceyhanê derbas dibin.
Derketina ser Kela Rebetê
Ro li ber ava ye û erebe dernakeve heta ser Kela Rebetê. Camêrek trextora xwe ji nav kar derdixîne û dide me lê mixabin ew jî heta derekê dikare bimeşe. Em malavatiya wî dikin û em li lingên xwe siwar dibin. Em dibêjin de lingon bi qurban û em bi berpalê ve radipelikin. Bila gotin di navbera me de nemîne, heçî ez im, ez î sed û çar kîlo giran im. Loma jî lingên min ên reben, bi halanekê duda nayê xapandin.
Heta em derdikevin li ser Kela Rebetê, zimanê min nola zimanê tazîyê seydê, ji devê min radikişe. Di ser qereza tîbûna me re, bendava Sêvnatê, li jêra me zelal zelal pêl vedide.
Çawa em derdikevin ser bilindahiya kelê, em li colek keriyê bizinreşan rast tê. Keriyê pêz, nola heba tizbiya jihev-belavbûyî, her yek li derekê ji xwe re bi nazikî diçêre. Çaxa şivanê pêz çav li me dikeve, ew jî xwe ji jor de berdide, tê ba me. Di destê şivên de pirtûkek heye. Piştî rojbixêrekê, ez kêfxweşiya xwe ji şivên re tînim. Pirtûka di destê wî de a feylozofê gewre Arthur Schopenhauer a bi navê Metafizîka Eşqê ye. Şivanekî ku pirtûka feylozofekî dixwîne, min metelmayî dihêle û ew çend jî min ji xwe re heyran dihêle.
Êdî roj, nola sêniyeke zêrînî li pişt çiyayê Qerejdaxê difitile. Pezê şivên ber bi gund ve dilezîne. Lewra wextê dotina wan derbas dibe. Şivanê min û we jî berê xwe dide gundê Rebetê û ji me re mala xwe destnîşan dike, dibêje “aaaa wa mala hanê mala min e û li ser devê riya we ye. Niha ez diçim, ez ê li benda we bim.”
Heta em xwe ji Kela Rebetê berdidin nav gund, dinya tarî dibe; êdî gur û rovî ji hev nayê kifşkirin. Şivanê me yê kurmikê xwendinê, bi sûrahîyeke dewê cemidî derdikeve pêşiya me. Bi sivikî bîna kizirî ji dew tê. Bîna dewê yadê tê bîra min; tahma dêw, bi dilê min e û ji hejmar de ketibû ka min çend qedeh dew vexwariye. E’detî em di ser dewê xwe yê nola qşayê çemidî de qarixî bûn. Dengek heşeweşekê ji hundurê hewşê tê. Tu nabêjî kûçikê malê bêhna me xerîban hilanîye û camêro xwe li me radikişîne. Em wer fam dikin kûçik pir no ye. Xwe çawa bigihîne me, ew ê me ji hev zivalzîvalî bike. Hemû endamên malê bi hêrs, bi kûçik re dixeyidin. Tevdek bi hev re dibêjin: “Dûman! Dûman! Dûman!…” Dûmanê min û we, ango kûçikê qilçixşîn ê di rengê dû de, bi zorkê aş dibe. (di vê navberê de ez qala reva me ya hundurê erebê nekim, da ku hûn xwînerên hêja bi me nizanibin ka em çiqasî tirsonek in)
Mîr Sêvdîn ê Kela Rebetê
Ji roja min romana Osman Ozçelîk a bi navê “Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê” xwendibû û vir ve, min digot ka xwedo ha xwedo ez ê çi çax biçim serdana vê kelê. Birêz Osman Ozçelîk, hîmê romanê li ser pêwendiya di navbera Selhedînê Eyûbî û mîrên kurdan de ava kiriye.
Li welatê jêr, li derdora Heleb, Şam û Qahîreya Misrê, serfermandar Şêrko û biraziyê xwe Silhedînê Eyûbî di nav têkoşîneke bê eman de bûne. Li ba van pêlewanan, kûpê êqil Mele Îsa Begê Hekarî jî hebûye, fermandarî û serşêwirmendî ji wan re kiriye. Wer tê famkirin, Mele Îsa Begê Hekarî, di serkeftina Şêrko û biraziyê wî Selhedînê Eyûbî de, xwedî risteke gelekî mezin bûye. Heta dikare were gotin, heke Mele Îsa Begê Hekarî nebûya, dibe ku Selhedînê Eyûbî jî nebûya.
Û Hemê Şêro jî hebûye. Ev mîrê Kela Rebetê, bavê mîr Sêvdîn, destbirakê M. Îsa Begê Hekarî bûye. Di wexta xwe de wî jî mil daye milê M. Îsa Begê Hekarî û fermandariya Şêrko yê apê Selhedînê Eyûbî kiriye.
Piştî wextekê, Şêrko yê apê Selhedînê Eyûbî û mîr Hemê Şêro diçin li ber dilovaniya xwedê. Êdî Selhedînê Eyûbî dikeve dewsa apê xwe Şêrko û Mîrê Kela Rebetê, mîr Sêvdîn jî dikeve dewsa bavê xwe Hemê Şêro. M. Îsa Begê Hekarî hîn jî nola kelekê zexm li ser niga ye û vê carê dibe şîretkar û şêwirmendê Selhedînê Eyûbî. Her wiha guhê wî li ser lawê destbirakê wî, mîr Sêvdîn e jî. Di şerên giran de, mîr Sêvdîn jî destbirakê bavê xwe, ango M. Îsa Begê Hekarî rûsar dernaxîne û ew jî tev li bok û pêlewanên li derdora Dêrika Çiyayê Mazî, Şemrex û Qerejdaxa di bin hukmê mîregiya wî de ye, diçe hewara Sultanê, Qudus, Şam û Qahîrê, Sultan Selhedînê Eyûbî. Û di şerê xwe de her li pêş bûye. Ev wêrekî û cengaweriya mîr û şervanên kurdan, taca li serê Sultan Selhedînê Eyûbî, derxistiye heta li ber qatê ezmanan. Jixwe artêşa Sultan Selhedînê Kurdî a pêşeng, ji kurdên leheng yên çiyayî pêkdihat. De vêca hesab li ba we xwînerên hêja ye! Dehayê şer Selhedînê Kurdî, kûpê êqil M. Îsa Begê Hekarî û bok û beranên cengawer; şervanên kurd ên çiyayî, gihaştine hev û hêzeke xwedayî ya zornebirî ango têkneçûyî derdikeve holê.
Û ez Egîd, dewrêşê dîrok û nirxên miletê xwe yê qedîm, bi van hestan, di êvareke teng de, li nav Kela Rebetê, li embara bokên kurdan digerim. Ne tenê ez, hevalên min ên qamerevan jî li gel min in. Û ew jî bi min re, bi rêzdarî şopên mîr Hemê Şêro, kurê wî mîr Sêvdîn, M. Îsa Begê Hekarî, Şêrko û Sultan Selhedînê Kurdî dişopînin.
Kela Rebetê
Ji ber ku heta niha kolandineke arkeolojîk lê nehatiye kirin, dîroka avakirina vê kelê baş nayê zanîn. Ez di wê baweriyê de me, heke kolandineke bi rêk û pêk were kirin, ew ê şopên Mîtanîyan jî li vê kelê werin dîtin.
Kela Rebetê, li jora gundê Rebetê li cihekî bilind hatiye avakirin. Li rojhilat û rojavayê kelê du newalên kûr hene. Li hêla bakur û başûr jî, xendekên fire û kûr, ji tahtê hatine kolandin tên dîtin. Çar heb lûleyên raçavandinê li her çar qoziyên kelê hatine çêkirin. Bi dehan sarinc û her wiha embarên avê û yên zexîreyê di nav kelê de hatine çêkirin. Li hinek deveran, gorên bîrdariyê, yên di tahtî de hatine kolandin, li ber çavan dikevin. Ji van tirbên bîrdariyê diyar dibe ku dîroka vê kelê xwe dispêre dîrokeke gelekî kevn.
Li hêla rojavayê kelê, rulyefê şêrekî şipya heye. Berê wî li hêla berriya xezalan e. Li pêşiya şêr, berqefeke bi destan hatiye terrişandin tê dîtin û dîyar e ew berqef, yan ji bo rulyefekê yan jî ji bo kîtabeyekê hatiye amadekirin lê tiştek li ser naxuyê. Dibe ku di nav demajoyê de, tişta li ser hatiye niqirandin, herifî be û jê çûbe. Dîsa avahiyeke bi kemer heye, jê re tê gotin, avahiya heft derî.
Li hêla bakûr-rojavayê kelê, şikeftek bi navê şikefta qîza qrêl heye. Ji bilî vê şikeftê du şikeftên din ên bi navê şikefta Mihemedê Gewrê û şikefta Hecî Çeçan hene. Her şikeftek, serpêhatiyeke wê heye. Nola negotî, bila zimanek têketa devê wan û wan bixwe serpêhatiya xwe bigota.
Li jêra kelê, li hêla başûr-rojhilatê kelê, kevirekî mezin û qul heye. Dîyar e ku ev kevirê dengê ye. Ango yê dahn hêrandin, çiltûk/birinc-spîkirin û zeytûn-eciqandinê ye. Li newala rojhilatê kelê du kanîyên bi navê kaniya Kimdaw û kaniya Zelx, ber bi gundê Fitnê diherikin. Li hêla rojava jî du kanî yên bi navê Şurruka Rebetê û kaniya Dêrwîn hene. Şurruka Rebetê, ji bin kelê diherike û xwe berdide ser gundê Rebetê, kaniya Dêrwîn jî ber bi gundê Tahlbeşê ve diherike.
Kela Rebetê, 15 km bi riya erebê û bi fira çûkê jî 7-8 km dikeve bakûr-rojavayê Dêrikê.