Li navçeya Altindag a Enqerê, ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan ne diyar ve êrîşa çekdarî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê hat kirin. Hat ragihandin êrîş di saetên şevê de pêk hatiye û guleya hatiye berdan li paceya eywana civînê ya li qata 4’an ketiye û xesarê pêk aniye..
Hat hînbûn ku dema êrîş pêk hatiye kes li navçeyê tunebûye.
Polîsên ku piştî bûyerê hatin cihê bûyerê destûr nedan ku kes nêzî cihê bûyerê bibe û rojnameger dîmenan bikişînin.