Li Îranê, zext û binpêkirinên mafên jinan berdewam dikin. Çalakvana mafên jinan Sepide Qalian ku di Girtîgeha Evîn a Îranê de girtî ye, ji ber ku serê xwe negirtibû rûniştina doza der barê wê de hatibû vekirin, hat astengkirin.
Dadgehê, der barê mijarê de ev agahî da: “Tevî gelek pêşniyaran, bersûc Sepide Qalian qebûl nekir ku hîcab û adetên Îslamî bi cih bîne. Ji ber vê yekê ji bo parastina xwe ji dadgehê re nehat şandin.”
Sepide Qalian di meha gulanê de bi tohmeta “Belavkirina zanyariyên nerast li ser medyaya dîjîtal û propaganda li dijî Komara Îslamî ya Îranê” bi 2 sal girtîgehê hat mehkûmkirin.