Danişîna ewil a doza 15 jê girtî ya 18 rojnamevanên kurd bi parastinan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam dike. Ji rojnamevanên girtî edîtorê Rojnameya me Xwebûnê Zeynel Abidîn Bûlût ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, bi kurdî parastina xwe kir.
Di destpêka parastina xwe de Bûlût, diyar kir ku ew dizanin ku îro li vir nasnameya wan a kurdî tê darizandin û wiha got: “Tevî hemû zextan jî em ê bibin çav û dengê gelê kurd. Tiştên ku tên serê gelê kurd ne ji rêzê ne. Ev zilm hemû di arşîva dewletê de heye û ser vê heqîqetê nikare bê girtin. Ji ber ku felaketên tên serê vî gelî em radihînin lewma em tên darizandin.”
Bûlût destnîşan kir ku ew bi îdiayên “vikûvala” hatine girtin û ev tişt anîn ziman: “Îdianameya ku dozger amade kiriye lidijî destûra bingehîn e. Faliyetên me yên rojnamegeriyê ku di bin parastina Destûra Bingehîn de ne tê darizandin. Heke daraza ku divê Destûra Bingehîn biparêze viya bike wê çaxê em ê serî li ku bidin? Em li ser vê axê di çarçoveya sînorên hiqûqî de xebata rojnamegeriyê dikin û doz li me tên vekirin. Em ê serî li ku bidin? Îro tiştên li ser vê vê erdnîgariyê tên kirin, ev tên nîqaşkirin, tên şîrovekirin û analîzkirin, em jî vê radigihînin. Ev wezîfeya me ye. Di çarçoveya hiqûqî de hatiye mîsogerkirin. Heke van faliyetên me medya havûzê bikira wê qet nehatine darizandin. Dema mijar dibe rojnamegerên kurd rewş diguhere. Ev nîşaneya cotstandariyê ye. 13 meh in em bi awayek bêhiqûqî girtî ne. Xebatên me yên rojnamegeriyê di çarçoveya azadiya derbirîn û ramanê de ne.
Polîtîkaya asîmîlasyonê
Di berdewamê de Bûlût, got ku heke îro rojnamegeriya kurdî nebûya çi jî bihata serê gel, wê di tariyê de bimana û wiha pêde çû: “Ev rewş hem dewletê hem jî îktidarê aciz kir. Çimkî em rastiyan derdixin holê. Em bi sûcdariyek dijî ehlaqê û etîkê re rûbirû ne. Em endamên saziyên çapemeniya gelê kurd in. Nayê qebûlkirin ku ev bibe endamtiya rêxistinê. Em ê polîtîkayên asîmîlasyonê û hemû polîtîkayên îktidar-dewlet li ser kurdan dikin dê teşhîr bikin. Bi dehên salan e em vê xebatê dikin. Gelek hevalên me di vê oxirê de hatin qetilkirin. Hatin girtin û sirgûnkirin. Hatin îşkencekirin. Em jî her yek ji wan hevalên xwe ne.”
Bûlût, anî ziman ku di doznameyê de xebatên gelek saziyên çapemeniyê wek sûc hatine nîşandan û ev tişt got: “Îro divê yên bihatana darizandin ne em divê ku tecawizkar bûna. Heke rojnamegerên kurd nebûna, wê rastî di tariyê de bimana. Tahîr Elçî, Roboskî, Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol nehatibûna zanîn. Ev rewş hem dewletê hem jî îktidarê aciz dike. Medya kurdî rûyê wan rastî derxist holê.”
‘Cihê kurd lê dijîn Kurdistan e’
Bûlût da zanîn ku bi salane ew xebatên rojnamevaniyê dike û gelek caran hevpeyvînan kiriye û wiha axivî: “Me bi sedan car nûçeyên binpêkirinên mafan çêkiriye. Dema em berê xwe didin îdianameyê dibînin ku hemû xebatên hatine nivîsandin, xebatên rojnamevaniyê ne. Çend bernameyên ku min pêşkêşvaniya wan kiriye, wek sûc hatine ragihandin. Kurdistan, birêz Ocalan, tecrîd kum in aniye ziman bûne mijara sûc. Gotinên min ên şerê li Rojava û Başûr wek sûc hatin dîtin. Wek mînak, heke biçin li Başûr (Herêma Kurdistanê) şer bikin, navê vê dagirkerî ye. Heke ev ne dagirkerî be lê çi ye? Gotina Kurdistanêbûye sûc. Cihê ku ermen û azerî lê dijîn, ji wir re çê tê gotin? Ermenistan û Azerbaycan tê gotin. Cihê ku kurd jî lê dijîn jê re Kurdistan tê gotin.”
Gelo gotina tecrîdê sûc e?
Di parastina xwe de Bûlût, destnîşan kir ku ji ber wî behsa tecrîdê kirine bûye mijara sûc û wiha got: “Heke kesek girtî be, nikaribe bi malbat û parêzerên xwe re biaxive û bibîne ev tecrîd e. Ev jî bandorek mezin li ser gel dike. Sedema van pirsgirêkan ji tecrîdê qut nîne. Heke îro em zextên li ser gelê kurd bibînin, em wek rojnamegerên kurd neçarin ku viya rast şîrove bikin. Em bi ferman û biryaran bernameyan çênakin.”
‘Em dewadarê vê dozê ne’
Bûlût, bi lêv kir ku yên rastiyan vedişêrin îktidar û alîgirên wê ne û parastina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em sûc nakin, îktidar û alîgirên wê sûc dikin. Tê dîtin ku dozger xebatên rojnamegeriyê nizane. Tu tiştek ku em ê parastina wê nekin nîne. Em xwedî li hemû xebatên xwe derdikevin. Lewma di îdianemyê de çi sûc hatibe nîşandan jî em viya qebûl nakin. Tiştên ku di bin Destûra Bingehîn de hatibe mîsogerkirin, çawa dibe sûc? Em di vir de ne di rewşa sûcdariyê de ne. Em dawedarên vê dozê ne. Yên ku salek e me ji azadiya me bêpar hiştin e, yên ku ku me ji ragihandina gel qut kirine, wê hesab bidin. Em dixwazin dawî li vê bêhiqûqiyê were anîn.”