Di meşa li bajarê Hannover ê Almanyayê de ku nîvê şevê hate kirin, dewleta tirk û hevkariya hikumeta alman hate şermezarkirin.
Ciwanên enternasyonalîst di dema çalakiyê de daxuyanî dan û wiha gotiun: “Hevkariya çekan a alman-tirk ji dema Împaratoriya alman û vir ve timî zêde dibe.”
Enternasyonalîstan banga rêxistiniyê li ciwanan kirin û ev bang kirin: “Bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî nûnerên şoreşger şehîd têne xistin. Şehîd Jiyan Tolhildan, Şehîd Yusra Dervîş û Şehîd Sosin Bîrhat tenê çend ji dehan kesên hatin qetilkirin e.”
Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.