Li bakurê kurdistanê bajarê Mûşê xelkê gundekî xwestine ku ji xwe re mizgeftekê bidin çêkirin. Ji bona zarok û malbatên wan xwenda û zana bin . Gund çend mal in û hemû jî xizmên hev in. Avahiyekê çêdikin cihê mele û zarokên wî çêdikin û seydayekî tînin gund. Seyda zewicandiye û zarokên wî jî hebûne. Seyda dersa mezin û piçûkan dide, zikat û pereyan distîne. Kesek bi navê Eyîb li gunde hebûye, di nava civakê de jê re Eyo tê gotin. Lê belê xanima wî gelek no (bi şer û ceng) bûye. Timî di mala Eyo de pevçûn û şer hebûye.
Eyîb diçe mala Seyda pirsgirikên xwe û xanima xwe jê re dibêje. Ka ji bona çareseriyekî bibîne. Seyda jê re dibêje; ji bona ku xanima te ji te re rêz bigire, çareseriyek heye. Eyîb dibêje; ji bona Xwedê seyda ka bibêje çi ye dermanê vê belayê. Seyda dibêje; kekê Eyîb pêwîste ku xanima te nimêj bike, ji bona wê jî divê ku Fatîhe û Etehiyetê zanibe. Eyîb dibêje; baş e Seyda dersa xanima min bide tu çi bixwazî ez ê diyarî te bikim. Seyda dibêje; ez û xanima min em ê herdu ders bidinê, dema ku fêr bû dûre te çi da me qebûl e. Eyîb dibêje; baş e, lê belê bila kes pê nizanîbe ku min ji te re vê pirsgirika xwe gotiye. Seyda jî dibêje; baş e ez jî naxwazim, wek ku ez melayê we me dersa malbatên din jî didim, bila xanima te jî were. Eyîb ji Seyda re dibêje; hûn werin ji xanima min re bibêjin were dersa Quranê baştir dibe.
Seyda û xanima xwe dersa xanima Eyo didin û ji Fatîhê dest pê dikin. Ew û xanima xwe şîret û nesîhetan lê dikin. Der barê têkiliya mêr û jinan de. Lê belê tişta ku Eyîb gotiba xanima wî bi gotina wî nedikir. Seyda û xanima xwe Fatîheyê pê didin jiberkirin. Dest bi Etehiyatê dikin Seyda dibêje xanima Eyîb li pey wî û xanima wî jî dubare dike. Seyda dibêje; ruknekî nimêjê yek jî Etehiyat e. Dema mirov rûdine Etehiyatê dixwîne. Xanima Eyîb dibêje; baş e Seyda hûn bibêjin ez li pey we dubare bikim.
Seyda dest pê dike; Etehiyatu, Elmubarekatu, Eselewatû, Eteyîbatû, Lîlahî, Eselamû Eleykum, Eyu henebiyu. Xanima Eyîb bi destê Seyda digire û dibêje; Seydayê hêja ez bi Qurana mala te bikim, ku tu Eyu henebiyu ji vir dernexî ez naxwînim.
Seyda matmayî dimîne û dibêje; xwişka min em nikarin jê derînin ji pêxemberan de ev Ayet heye, sedem çi ye? Xanim dibêje Eyo navê zilamê min e, Ewî zêr û pere dane te û navê xwe xistiye Etehiyatê. Seyda dibêje; ji bo Xwedê heyran nabe ez çawa dikarim gotinên ayetê kêm bikim. Xanim dibêje; baş e li şûna Eyu henebiyu de Eyu derîne, bila Henebiyu bîmine . Ger wisa nebe ez naxwînim û ji Eyo re jinanî nakim. Seyda neçar dimîne bi wî awayê dersa wê dide, dema ku etehiyatê jê re dibêje. Baş e te dema Etehiyatê xwend Eyo nexwîne. Bi vî awayî çareser dikin.