Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe di dema destgîrkirinê de hatine windakirin, bi pirsin û bi daxwaza darizandina faîlan di hefteya 954’emîn de çalakî domandin. Dayik ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan.
Tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Qanûna Bilind (AYM) Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafan ku di bin dorpêça polîsan de ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan, tevî hemû zext û astengiyan çalakiya xwe didomînin.
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafan piştî biryara “binpêkirinê” a AYM’ê di hefteya 14’emîn de ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Polîsan li vir Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafan asteng kirin û gelek kes destgîr kirin.