7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran av ji ser gundekî Hezexê birî

Leşkeran vê sibehê avêt ser gundê Hespistê yê bi ser navçeya Hezex a Şirnexê û ava vexwarinê ya xelkê gund qut kirin û gotin: “Heke ku we dengê xwe bidaya AKP’ê ev tişt nedihatin serê we.”

Li gundê Hespistê yê bi ser navçeya Hezexê ya Şirnexê ve ku her demsala havînê ava wan a vexwarinê tê birîn vê serê sibehê ji aliyê leşkeran ve ava wan a vexwarinê hat qutkirin. Leşkeran serê sibehê avêt ser gund. Leşkeran ava ku 4 seatan didan gundiyan jî birîn. Gundiyan ragihand ku leşkeran ji wan re gotiye, “Heke ku we dengê xwe bidaya AKP’ê ev tişt nedihatin serê we.”

Gundiyên ku xwe gihandin ajansa Mezopotamyayê diyar kirin ku ava wan li ser wan hatiye birîn û banga hestiyariyê kirin. Gundiyan da zanîn ku heta seata amadekirina vê nûçeyê, leşker ji gund neçûne û hê li gund disekinin.