Me çend meh berê bi sernavê “Belkî Îşev Binive Wek Mînaka Rojnamegerîya Edebî” nivîsek amade kiribû ku di rojnameya Xwebûnê da weşîyabû. Ev jî linka wê nivîsê ye: https://xwebun.org/rojnamegeriya-edebi-u-minaka-belki-isev-biniveye/
Niha jî em dixwazin bi kurtî li ser dîroka Rojnamegerîya Wêjeyî ya li Amerîkayê hin agahîyan bidin. Li Amerîkayê têkiliya Wêje û Rojnamegerîyê ji serdema pêşîn a ku rojnamgerî dertê holê dest pê kiriye. Her çi qasî rojname wek teknîkî di serdema kolonîya Îngilîzî da derketibin jî di heqîqetê da rojnamegerîya modern, di nîvê duyem ê sedsala 19. li Amerîkayê bi geşedana teknolojî, pîşesazî û bajarvanîyê ra dikemile. Di heman demê da wêje jî ji serdema romantik rizgar dibe û ber bi realîzmê ve derdikeve rê.
Meriv dikare ji hêla dîrokê ve rojnamegerîya wêjeyî ya Amerîkayê di du serdeman da bigire dest. Tê dîtin ku di vê qadê da berhemên herî serkeftî di dawîya sedsala 19an û salên 1960an da hatine nivîsîn. Di rastîyê da ev du serdem pêvajoyên guherîn û veguherîna civakî yên dîroka Amerîkayê ne. Ji ber vê sedemê pêkhatina nûjenîyan di qada wêje û rojnamegerîyê da jî tiştek xwezayî ye. Wek mînak di van her du serdeman da jî kesên ji rojnamegerîyê derbasî nivîskarîyê bûne, berhemên rojnamegerîya wêjeyî nivîsîne. Em dibînin ku di dawîya sedsala 19an da, piranîya kurteçîrok û romanên Stephen Craneî (1871-1900) xwedî taybetîyên rojnamegerîya wêjeyî ne. Crane ê ku di nava ekola realist da cih digire bi piranî ya di berhemên ku nivîsîye da jîyaye an jî tê da cih girtîye. Giranîya Crane ji yekkirina rojnamegerî û wêjeyê tê. Hem bi rojnamegerîya xwe hêz daye berhemên xwe yên wêjeyî hem jî bi berhemên xwe yên wêjeyî rojnamegerîyê xurt kiriye. Berhemên wê yên bi navê “Belema Vekirî (kurteçîrok)”, “Tecrubeya Hejarîyê (çîrok)” û “Madalyaya Wêrekîyê (roman)” rasterast wek kiryar (biker/kirde) tê da cih girtîye.
Salên herî berhemdar ên rojnamegerîya wêjeyî ya Amerîkayê Salên 1960î ne. Bê guman bûyer û tevlihevîyên civakî ( wek sûîqasta Serok Kennedy, Şerê Vîyetnamê, kuştina lîderên civakî yên wek Martin Luther King, Robert Kennedy, Malcolm X û Serhildana reşikan bo azadîyê li seranserê Amerîkayê) yên vê serdemê hatine jiyîn hem li ser rojnamegerîyê hem jî li ser wêjeyê gelek bandor kirine. Di vê serdemê da nivîskarên navdar akademîsyen Tom Wolfe (1930-2018), romannûs Norman Mailer (1923-2007) û romannûs Truman Capute (1924-1984) hene. Tom Wolfe bi navê Manîfestoyê rêze nivîsek li ser “Rojnamegerîya Nû” di kovara New Yorker belavkiriye.
Norman Mailer kesek wek nivîskar, derhêner, rexnegir, rojnameger, şanonûs heta lîstikvan pir rengîn e. Berhema wî ya bi navê “Artêşên Şevê (roman)” ku gelek xelatên wek Polîtzer, Pirtûka Neteweyî girtîye, mînaka herî ber bi çav a rojnamegerîya wêjeyî ye. Dîsa berhemek wî ya bi navê “Roman wek Dîrok û Dîrok wek Roman” heye. Ev berhem du beş e. Beşa yekê bi navê Roman wek Dîrok e. Ya dawî jî Dîrok wek Roman e. Ev jî cureya romana dîrokî pêk anîye.
Truman Capote di nava nivîskarên ku berhemên rojnamegerîya wêjeyî dane da yek ji yên herî serkeftî ye. Wî li ser Ernest Hemingwey (1899-1961) gelek bandor kiriye. Capote, di sala 1959an da, di rojnameya New York Timesê da nûçeyek kurt a cînayetê dixwîne. Ji bo nivîsîna romana bi navê “Bixemsarî”yê û vekolîna vê cînayetê şeş salên temenê xwe terxan dike. Di nûçeya cînayetê da agahîya kuştina çar neferên malabatek cotkar û dewlemend bi kurtî cih girtîye. Capote û hevalê xwe Lee ji New Yorkê ber bi navçeya ku cinayet lê hatiye holê, der dikevin rê. Bo agahîyan bi hezaran rûpel wek hevpeyvîn bi kesên derdorê ra hem li ser cînayetê hem jî li ser rewşa malbata dewlemend têne kirin.
Ji van nivîskaran yê ku herî zede bo kurdî berhemên wî hatine wergerandin Ernest Hemingwey e. Du berhemên wî yên bi navê “Kalemêr û Behr (roman)” û “Bi Xatirê Çekan (roman)”, ji alîyê Azad Avci ve hatine wergerandin.
Ernest Hemingwey di nava nivîskarên herî navdar ên sedsala bîstan da tê naskirin. Ew di 21ê Tîrmeha 1899an da li Illinoisê hatîye dinê. Wî di ciwanîya xwe da dev ji xwendina zanîngehê berdaye û dest bi rojnamegerîyê kiriye. Di sala 1918an da diçe Îtalyayê û di enîya şer da cih digire. Piştî ku birîndar dibe vedigere Amerîkayê. Li ser tecrubeyên xwe yên di nava şer da, pirtûka xwe ya bi navê “A Farwell to Arms/Bi Xatirê Çekan” nivîsîye. Ev pirtûk di sala 1929an da li New Yorkê hatîye çapkirin. Ew demek li Parîsê dimîne û bi gelek nivîskar û hunermendên wek Ezra Pound, Gertrude Stein, James Joyce û F. Scott Fitzgerald ra hevaltî dike. Gelek nirxandinan li ser şerê Gelê Îspsnyayê dike. Ji van tecrubeyan romana xwe ya bi navê “Zengil Ji Bo Kê Tên Lêxistin” dinivîse. Ev pirtûk di sala 1940î da hatîye weşandin. Piştî romana wî ya bi navê “Kalemêr û Behr/The Old Man and the Sea” ku di sala 1952yan da çap bûye, di cîhanê da gelek navdar bûye. Di sala 1954an da Xelata Nobelê ya Wêjeyê sendîye. Lê mixabin bi awayê xwekuştinê/întîharê, di 2yê Tîrmeha 1961ê da dawî li jîyana xwe anîye.