Zêdeyî du sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Bi heman rengî birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn serî li herdu saziyan dan û daxwaza hevdîtinê kirin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve nikarin bi ti awayî agahiyê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan werbigirin.
Parêzer ji bo karibin Ocalan bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin lê bersivê nikarin werbigirin.