Komxebat ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Startejîk (NRLS) ve tê lidarxistin û zêdetirî 150 siyasetmedar û akademîsyenên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistan û cîhanê tev lê bûne. Hinek ji wan fîzîkî tev li komxebatê bûne, hinek jî bi rêya Zoomê û peyamên bi dîmen beşdar dibin.
Di roja yekemîn a komxebatê de 3 rûniştin hatibûn lidarxistin, tê de 9 mijar hatibûn nîqaşkirin. Îro jî beşdarên komxebatê 7 mijarên sereke “Rewşa Kurdan a heyî û astengiyên ku rastî wan tên, Rê û rêbazên rûbirûbûna şerê tunekirinê yê ku gelê Kurd armanc digire, Derbaskirina Lozanê û çareya herî baş ji bo doza Kurd û herêmê” tên nîqaşkirin.