Jin bi taybetmendiyên xwe dişibe gerdûna ku hemû hebûnan di nav xwe de dihewîne. Ji destpêka dîrokê heta niha jin bi afirînerî û xwenûkirinê nûnertiya gerdûnê dike. Jin bi wate û nirxên ku ava kiriye re heta roja me ya îro civakê zindî hiştiye.
Di hemû dîrokê de jinan ji şoreşan re pêşengî kiriye. Di pêşengiya xwe ya civakî de zanebûn û edaleta xwe tim derxistiye pêş. Dema em li rastiya jinan dinêrin dibînin ku jin ji hemû rastiyên xwe yên çêker dûr hatine xistin û îro ji aliyê desthilatdariyên mêrperest ve tenê rola koledariyê lê tê barkirin.
Jinên ku dîtine jin ji wateya xwe dûr tên hiştin li dijî vê hişmendiya mêrperest têkoşiyane û ji jinan re bûne pêşeng. Li ser mîrateya jinên wek Clara Zetkîn û Rosa Luxemburgan li her aliyên cîhanê têkoşîna jinan her roj xwe berfirehtir kiriye. Jinên kurd di roja me de têkoşîna jinan gihandine lûtkeya herî jor. Jinên kurd bi Şoreşa Rojava rastiya pêşengiya jinan a ji şoreşan re dîsa raxist ber çavan.
Civaka kurd
Dema em li civaka kurd dinêrin dibînin ku tevî ewqas qirkirinên çandî, civakî, zimanî û zihnî jî bi têkoşîna jinên kurd civak xwe digihîne çanda jin û dayikê ya civaka xwezayî û vê taybetmendiyê heta roja me ya îro jî tîne. Jinên kurd ji dîrokê heta roja me ya îro di nav civakê de tim xwedî roleke girîng bûne. Lê bi pêşketin û belavbûna paradigmaya Tevgera Azadiyê rola jinên kurd diyarker bûye. Li ser esasên çanda jinên xwedawend îro bi rêbazên Tevgera Azadiyê hewl tê dayîn ku ew çand zindîtir bibe. Li ser vê nêrînê di sala 1993’yan de artêşa jinan hat avakirin û îro ew artêş li dijî hemû qirkirina têkoşîna xwe didomînin. Têkoşîna jinên kurd a ku bi Tevgera Azadiyê xurt bû di roja me de rêbaza têkoşîna xwe xurttir kiriye û bîrdoziya xwe ava kiriye.
‘Fêmkirin jiyankirin e’
Xurtbûna têkoşîna jinên kurd bingeha xwe wek ku me got ji Tevgera Azadiyê digire. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xurtkirina têkoşînê di gelek axaftinên xwe de bal dikşîne ser watedayîna bûyeran. Abdullah Ocalan ji bo fêmkirin û watedayînê dibê “Fêm kirin jiyankirin e, jiyankirin ji bo fêm kirinê ye. Ez yeqîn nakim ku şîroveyeke din a kozmosê hebe. Her çiqas zehmet be ku maneya mutleq di warê pêkhatinê de nêzî ne mumkiniyê be jî ez li ser a xwe me ku ya jiyanê dimeşîne rastî bi xwe ye. Tu hêz bi qasî hêza wateyê bi hêz nîne yan jî li hemberî maneyê ji xwenîşandanên sexte û ji wê pêve tiştekî din nîne. Li cihekî ku mane nebe behsa jiyanê nayê kirin. Spînoza gotibû; ‘fêhm kirin azadî ye’. Ji derveyî wê ez jî bawer nakim ku azadî hebe. Qasî ku ez fem dikim azadbûna min ji bo jiyanê hêza herî mezin e.”
Civakên azad
Abdullah Ocalan dema rastiya civakê dinirxîne van gotinan tîne ziman: “Di xwezaya civakî de (di gerdûnê de, di maddeyê de) kombûneke gelekî pêşketî ya maneyê heye. Sîstem, avahî, endam û komên civakî bi xwe weke mane têne diyarkirin. Civakên maneya xwe herî baş tînin ziman, bi gotin û avahî dikin, weke civakên herî pêşketî têne pênase kirin. Ev civakên asta wan a azadiyê pêşketî ne. Civakên azad ew civak in ku xwe pir baş bi mane dikin, tînin ziman, didin axaftin û li gorî pêdiviyan piralî xwe ava dikin. Civakên ji azadiyê mehrûm û bêpar jî civakên wiha ne, berovajî nikarine zimanê xwe pêşde bibin, aşkere bidin axaftin û xwe piralî ava bikin.
Zanista civakî û rastî
Di çarçoveya vê pênaseyê de di tevahiya serdeman de girtina dest a pêşketina heqîqet û maneya civakî cewherê zanista civakî ye. Ji ber ku heqîqet, di bingeha xwe de tevahiya serdeman, rewşa watedariya civakî ya di serwextbûna mirov de gihiştiyê, îfade dike. Bi rêyên mîtolojîk, dînî, felsefî, hunerî û zanistî xweîfadekirin û ji bo xebata di vî warî de em dikarin, lêkolîna heqîqetê û anîna wê ya ziman, bibêjin. Civakek û heta ferdek wexta heqîqeta xwe nebe, ew civak û ferd hatine bêmanekirin, bûne hebûnên wisa ku nasnameya xwe ji dest dane û di nava heqîqetên subjeyên din de heliyane, ji vê jî wêdetir bûne hebûnên wateya xwe nemane. Di vê çarçoveyê de, di navbera wate û heqîqetê de têkiliyeke xurt heye. Zanîn û zanist di civakên dijber ên berê û heyama şaristaniyê de parçeyek ji civaka exlaqî û polîtîk bûn. Neçare ku zanista were pêşxistin jî berî her tiştî weke “zanista civakî” were rêkûpêk kirin. Divê zanista civakî, weke banû ya dayik a tevahiya zanistan, were pejirandin. Ne zanistên din ên der barê Xwezaya Yekemîn de (fizîk, astronomî, kimya û biyolojî) û ne jî zanîn û zanistên din ên beşerî (wêje, felsefe, huner, aborî û wekî vana), qet nikarin pêşengî bikin û girêdana watedar bi rastiyê re çêbikin. Ev herdu qad, tenê dema girêdana xwe bi zanista civakî re bi rengekî serkeftî çêbikin, wê demê dikarin para xwe ji rastiyê bigirin.”
Li ser têkoşîna gelê kurd bi taybetî jî têkoşîna ku jinên kurd pêş xistine ji bo hemû cîhanê tecrûbeyên gelek girîng in. Divê ev tecrûbe û rêbaz ji têkoşîna roja me re jî bibe çavkanî. Dema civak li gorî rastiya xwe wate bide hebûna xwe û xwe fêm bike dê êrîşên li ser çand, dîrok, ziman û hebûna xwe bêencam bihêle.