Di salên 1970’yan de komek ciwan li peytexta Tirkiyeyê dest bi xebatên avakirina partiyeke nû kirin û di mijdara 78’an de biryara avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê, da. Li ser biryara avakirina wan rastiya ku Kurdistan di bin mêtirgeriyê de ye û divê li gorî wê xebat bên meşandin xeta têkoşînê hat diyarkirin. Bi pêşketina salan Tevgera Azadiyê xwe hem ji aliyê hejmarî ve hem jî ji aliyê felsefeya azadiyê ve pêş xist.
Endamên Tevgera Azadiyê li gorî pêvajoyên cuda rêbazên xwe yên têkoşînê guhertin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka vê têkoşînê de nivîsandin. Yek ji van jina bi navê Zeynep Kinaci ku bi nasnava Zîlan ji sala 1996’an vir ve ji bo kesên ku di vê riyê de dimeşin bûye çirayeke mezin.
Zîlan di 30’ê hezîrana sala 1996’an li Dêrsimê li dijî êrîş û zextên li ser gelê kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî li darxist. Zîlan bi gotinên ‘Îdiaya min a jiyanê pir mezin e. Dixwazim bibim xwediyê jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin. Ji ber ku ji jiyan û mirovan gelek zêde hez dikim vê çalakiyê pêk tînim. Bi vê çalakiyê dixwazim bibim sembola jinên kurd’ çalakiya xwe li darxist û bi vê çalakiya xwe ket nav karwana nemiran.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bingeha têkoşîna Tevgera Azadiyê ye ji bo Zîlana ku xwe ji bo gelê xwe feda kir wiha dibêje: ‘Zîlan bi vê çalakiya xwe ji min derbas kir. Piştî vê çalakiyê ez tenê dikarim bibim milîtan û şopdarê Zîlanê’. Bi deh hezaran jinên kurd jî weke Rêberê PKK’ê xwe dan ser şopa Zîlan û li her derê cîhanê ji ber hezkirina jiyanê têkoşîna xwe dan meşandin.
Li ser xeta ku di mijdara 78’an de hatibû diyarkirin li rojavayê welat bi pêşengiya jinên kurd xaka Kurdistanê ji hovên weke DAIŞ’ê ku piştgirî ji gelek dewletan digirtin, hat paqijkirin. Niha di nav pergala Rêveberiya Xweser de bi hezaran însan ji bo jiyaneke li gorî pîvanên jiyaneke birûmet xebatên xwe dimeşînin. Ji bo ev jiyan were avakirin bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da û mixabin bi êrîşên dewleta tirk û bêdengiya koalisyona navneteweyî hê jî gelek pêşengên civaka xwe jiyana xwe ji dest didin.
Di demên nêz de bi êrîşên dewleta tirk Hevrîn Xelef, Emîne Weysî, Hebûn Qehreman, Jiyan Tolhildan, Zehra Beykel, Roj Xapûr, Barîn Botan û gelek jinên pêşeng hatin kuştin. Çend roj berê jî dîsa heman hov Leyman Şiwêş û Yusra Derwêş kirin hedef. Her wiha di girtîgehên tirkan de bi hezaran jinên kurd dîl tên girtin. Lê tevî ew qas kuştin û dîlgirtinan jî jinên kurd li her qadên jiyanê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşîna xwe li hemberî taritiyê dimeşînin.
Di nav pêvajoyeke ku kurd li her derê dibin rojeva sereke ya aliyên cuda de biryardariya şervanên kurd xwe di gotinên wan ên dawî de dide der. Gerîlayên HPG’ê Zana Rojda û Xebat Kop ku ji bo azadiya kurdistaniyan li çiyayên Kurdistanê şer dikin di kêliyên dawî yên jiyana xwe de deng qeyd dikin û me dikin şahidê felsefeya jiyana xwe.
Xebat Kop dema dest bi qeydkirina dengê xwe dike tevî dor lê hatiye dorpêkirin jî bi rexnedayînê dest bi axaftina xwe dike û dibe ‘Em di vê têkoşînê de kêm man. Lê heke şehadetek hebe bila weke Zîlan, Mazlûm û Kemal be. Riya me riya wan e û em ji wê rê paş ve venagerin’.
Gotinên Xebat Kop û Zana Rojda ku di kêliyên xwe yên dawî de dibêjin rastbûna riya Zîlan ku bi felsefeya Tevgera Azadiyê de pêşiya xwe dide nîşandan. Dîsa ji bo kesên ku fêm bikin rastiya vê rê û çîrokê li rûyê me dide.