Li Geliyê Godernê ku dikeve sêgoşeya navçeyên Farqîn, Pasûr û Licê yên Amedê ku bi hinceta “ewlehiyê” birîna daran didome. Her wiha gelî bi bendava “ewlehiyê” jî dê di bin avê de bê hiştin. Navê bendavê Sîlvan Baraji (Bendava Farqînê) ye. Tê gotin sed hektar cih bi dar û ber wê bê tunekirin. Talankirina daran jî li gelî berdewam dike.
Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, Baroya Amedê û Sendîkaya Çandinî û Daristanan li dijî talankirina daran serî li Serdozgeriya Komarê da û xwest birîna daran bê sekinandin. Bêyî ku serlêdan sewqî Dadgeha Îdareyê bê kirin, hat betalkirin. Dozgeriyê diyar kir ku birîna daran ne “sûc” e û serlêdanê red kir.
Ji Komîsyona Hiqûqê ya Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Amedê parêzer Ahmet Înan talankirina heremê ji nuçegihanê Ajansa Mezopotamya yê MA’ê Mujdat Can û Welat Ekîn re nirxand û destnîşan kir ku Geliyê Godernê xwedî xwezayek nûwaze ye û herêm cihekî dîrokî ye û hê jî bermayiyên dîrokî li herêmê tên dîtin. Înan da zanîn ku heke Geliyê Godernê di bin avê de bê hiştin wê dîrok tune bibe û bi birîna daran jî dîrokê û xwezayê tune dikin. Înan anî ziman ku li Geliyê Godernê tenê birîna daran nayê kirin di heman demê de bi dînamîtan teqîn li herêmê tên kirin û got: “Ewilî daran dibirin, paşê jî bi îhale didin cerdevanan. Li herêmê 100 hekttar qada bi dar dikeve ber vê talanê.”
Hewldanên hiqûqî bêencam mane
Înan diyar kir ku Baroya Amedê û Komeleya Ekolojiyê ya Amedê ji bo sekinandina birîna daran serlêdana hiqûqî ku kirine hatiye redkirin û got: “Li Kurdistanê ji bo birîna daran tu tevdîr nayê girtin. Derbarê berpirsiyaran de tu tiştek nayê kirin. Qirkirina daran a li herêmê zirarê dide mirovan û sewalan jî. Dibe sedema ku sewalkarî û çandinî biqede. Her çiqas serlêdana me red kiribin jî em ê doza betalkirinê vekin.”
‘Dîrok û xweza tê tunekirin’
Înan destnîşan kir ku Bendava Farqînê hatiye ber asta ku ava wê pengar bide û got: “Dibêjin ‘jixwe fersend ev fersend e, em daran bibirin, dînamatîtan biteqînin, xîzê, keviran bi mexseda bazirganiyê bifiroşin’. Feraseteke wiha li ser kar e. Pira li Geliyê Godernê hezar salî ye. Geliyê Godernê divê wek qada sîtê bihata ragihandin û bihata parastin. Li Geliyê Godernê talan piralî ye. Li ser Çemê Sarimê ku ava wê tê Geliyê Godernê jî projeya Santrala Hîdroelektrîk tê çêkirin. Ava vî çemî Geliyê Godernê xwedî dike. Me li dijî vê doza betalkirina projeyê vekiriye, Di demek nêz de ji bo kifşê wê roj bê dayîn. Wek baroyê çi ji destê me were em ê bikin û em ê her xwezayê biparêzin. “Heke ku hevsengiya ekolojîk xera bibe, carek din şûn ve nayê. Em ji bo parastina Geliyê Godernê bang li hemû rayedaran, li xelkê wê herêmê, li hiqûqzanan, ekolojîstan û raya giştî dikin ku bi berpirsiyarî tevdigerin û xwedî lê derkevin.”