12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêdeng nemîne bêdengî mirin e

Her bûyera li ser axa me diqewime bi ya din ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê divê em demildest li hemberî neheqiyên dagirkeran bibin xwedî helwesteke civakî. Naxwe wê bêdengmayina me, me hê jî bikuje û bêçalakîbûna me, me hê jî bide kuştin

Bêdengî bi xwe re neheqiyê tîne. Li hemberî zor û zilmê serîtewandin an jî bêdengmayîn neheqiya herî mezin e. Li ser me kurdan zor û zilma dewletên dagirker her roj bi awayên cuda derdikeve pêşberî civaka me. Taybetî ev zilm û zorî di pêşengiya dewleta tirk a faşîst de pêk tê. Dewleta faşîst a tirk li sê parçeyên Kurdistanê her roj qetlîaman pêk tîne. Li bakurê Kurdistanê girtin, qedexekirina çand û zimanê kurdî, kuştina mirovan a bi wesayitên zirxî, daliqandina alên xwe li her deverên bajaran, pêşxistin û belavkirina madeyên hişbir li nav tevahî ciwanên kurd, tecrît û zilma li zîndanan bi awayan cuda dimeşîne.

Li başûrê Kurdistanê hewldan û operasyonên dagirkirin/qirkirinê didomîne, tevî van jî bi destên hevalbendên xwe li başûrê Kurdistanê sûîqastan li hemberî xebatkar û kedkarê civaka kurd pêk tîne. Li rojavayê Kurdistanê jî tevî dagirkirina gelek herêman êrîşê xwe yên tunekirinê li hemberî sivîlan didomîne û ji nexweşxaneyan bigire heta malên niştecihan top baran dike. Bi balafirên bêmirov pêşengên şoreşê şehîd dixe. Tişta xuya dike wê van êrîşên xwe yê hovane di çarçoveya plan û projeyên xwe yên stratejîk de bidomîne. Lê belê ya girîng rewş û helwesta me ya li hemberî van êrîşên hovane ye. Em kurd çi dikin li hemberî van êrîşan?

Serdana Barzanî

Em kurd jî tevî neheqiya dewlêtên dagirker gelek neheqiyê li hev dikin. Li hemberî êrîşên dewleta dagirker a faşîst bê deng dimînin. Di rastiya xwe de em xwe fêrî van êrîşan dikin lewra ev qas em bê deng dimînin. Ji bilî hinek çalakî û helwestên takekesî ti xebatên bersivdayîna van êrîşan ên girseyî pêk naynin. Helbet hinek sazî û dezgehên kurdan jî bi daxuyaniyan êrîşan şermezar dikin lê belê ev yek têra rawestandina êrîş, sûikast û komkujiyên dagirkeran nake. Siyasetmedar û rewşenbîrên me jî ji ber terorîzekirina dewleta dagirker li hemberî van êrîşan ker û lal dimînin, di ser de jî van êrîşan ji nedîtî ve tên. Her çiqas hinek kes li ser medyayên xwe yên civakî van êrîşan şermezar dikin jî helwesteke siyasetmedar û rewşenbîran a çalakiyên xurt tune ye. Bi giştî em li hemberî van êrîşan helwesteke giştî û girseyî nîşan nadin. Ev neheqiyeke mezin e ku em li xwe û civaka xwe dikin.

Aliyên din, ji ber ku em li hemberî van êrîşan bê deng dimînin û dewlet hêztir dibe, em berê xwe didin hev du alîkariya dagirkeran dikin û di ser de jî em hev du dikujin. Bûyera Bismila Amedê ya ku di encamê de neh kes hatin kuştin ji ber vê bêdengiya me û pasîfîzm/bêçalakibûna sazî, dezgeh, siyaestmedar û rewşenbîrên me ye. Helbet dewlet bi salan van bûyerên bi vî awayî di nav me de pêş dixe da ku tovên dijminatiya navxweyî zêdetir bike. Lewra Erdogan li hêlekê kurdan li qesra xwe pêşwazî dike li hêla din kurdên sivîl dide kuştin. Ev neheqiya herî mezin e ku dema Mesrûr Barzanî destê Erdoganê faşîst digirt sê sivîlên pêşengên şoreşa Rojava bi fermana Erdogan dihatin şehîdxistin.

Bêîradekirina kurdan

Weke ku Eren Keskîn dibêje “dewlet her tim xirab bû lê îro xirabtir e”, rastiya vê hevokê sedî sed e. Lê belê em tu caran ev qasî li hemberî xirabiya dewletê bê deng û pasîf nemabûn. Bêdengiya me hêzê dide dewleta dagirker, lewra nava rojê li her derê dikare kurdan bikuje. Heke ku em ev qas ne bê deng bûna, li hemberî van êrîşên hovane bi sed hezaran derketiban qadan wê dagirkeran lingên xwe bikişandina ber xwe. Tevî ev qas êrîşan çalakiya me ji twîttekê zêdetir naçe. A ku hêzê dide dewletê û dewletê hovtir dike ev bêdengî û bêçalakîbûna me ye.

Dijmin jixwe dijmin e û peywira xwe ya dijminatiyê pêk tîne. Peywira dijminên kurdan bêstatûhiştina kurdan e. Lewra çi destên wan bê texsîr nakin. Çawa sed sal berê kurd bêstatûhiştin, dixwazin niha jî kurdan bê hêz bikin da ku vê bêsatûbûnê sed salên din bidomînin. Lewra li gorî wan kuştina pêşengên kurdan an jî kuştina hemû kurdan rewa ye. Bê guman sedema van êrîşan yek jê salvegera sedsaliya peymana Lozanê ye. Armanc ew e ku dîsa kurdan bê îrade bikin da ku kurd nebin xwedî statû. Çawa ku sed sal berê hêzên navneteweyî li hemberî parçebûna kurdan bê deng man û di ser de jî projeya parçekirina kurdan danîn li ber dagirkerên Kurdistanê, îro jî bi heman awayî ev hêz van êrîşên hovane ji nedîtî ve tên. Gelo li devereke din a dinyayê serokeke kantonekî bê kuştin, ev hêzên qaşo demokrat û mirovperwer wê bê deng bimînin? Bê guman bersiva vê pirsê “NA” ye. Wê hemû hêzên navneteweyî bêyî ku dorê bidin hev du şermezar bikin. Lê mixabin ew hêzên ku ji bo têkbirina DAÎŞ’ê mal avahiya kurdan dikirin, îro li hemberî êrîşên dewleta tirk a li ser rizgarkerên dinyayê rola xwe sê meymûnan dileyîzin. Taybetî êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê bi pêvajoya Astana ve jî girêdayî ne. Çawa ku îro dagirkerên Kurdistanê Rûsya dane kêleke xwe û li ser rewşa Rojava dixwazin biryaran bigirin û kurdên Rojava bê statû bihêlin, bi heman awayî dixwazin vê rewşê ji bo tevahiya Kurdistanê pêş bixin.

Girêdana bûyeran

Bê guman her kurdekî/e xwedî wijdan li hemberî van êrîşan diêşe. Lê belê em kurd di heman demê de xwe fêrî van êrîşên hovane dikin. Lewra ev qas bê deng dimînin. Heke em jî bi bêdengiya xwe ya li hemberî tecrîda li ser Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan, li hemberî şehîdxistina pêşengên şoreşa Rojava, li hemberî sûîqastên başûrê Kurdistanê, li hemberî kuştina zarokên bi wesayitên zirxî û hevkuştinên naxweyî ya wekî Bismilê hêzê nedin dagirkeran, wê ew jî ev qasî bi hêsanî nikaribin me bikujin. Her bûyera li ser axa me diqewime bi ya din ve girêdayî ye. Ji ber yekê divê em demildest li hemberî neheqiyên dagirkeran bibin xwedî helwesteke civakî. Naxwe wê bêdengmayina me, me hê jî bikuje û bêçalakîbûna me, me hê jî bide kuştin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê