Çavên kalo nabînin
Kalo got: Kuro layê kûçikan tu yê kê yî?
Lawik got: Ez im yabo.
Kalo got: Wey xwedê te kuşto, tu çi li nav dest û piyan digerî.
Te hişt ez çêran ji xwe re bikin hey dehşikê kerê.
Ez ê bi ku de herim
Bekiro ajkarê teksiyê bû û her roj qeza dikir.
Polîsê trafîkê: Kuro te çawa qeza kir, ma firêna erebeya te tune bû?
Bekiro: Erê weleh min firên girt jî dîsa lê qelibî.
Polîsê trafîkê: Careke din tu qeza bikî ez ê vê carê te bigirim.
Bekiro: Temam ji îro şûn de ez ê hem firênê baş bigirim hem jî li tûtûkê bixim.
Polîsê trafîkê: Kuro dîsa tu yî, te dîsa qeza kir? Ma qey tûtûka te tune bû tu wî haydar bikî?
Bekiro: Erê wele min li tûtûkê xist û nexist mêrik xwe neda alî.
Polîsê trafîkê: Ji mêrik dipirse, ma bi rastî ji te re li tûtûkê xist û te xwe neda alî?
Mêrik: Erê li tûtûkê xist rast e lê heyra ez li dikana xwe rûniştibûm, ma ez ê bi ku de herim!
Şîretên Xalo
Got Xalo, zewac çawa ye ma tu dibêjî ez bizewicim an nezewicim?
Xalo got: Kuro lawo welehî zewac wek koronayê ye.
Lawik got: Çawa wek koronayê ye.
Xalo got: Ji ber 14-15 rojên pêşî tu bi tiştekî nahisî û kêf kêfa te ye lê piştî wê îca nefesa te teng dibe, sînga te hişk dibe, êş dikeve serê te û pişta te.
Xwedê wekîl be jiyan li te heram dibe.