Li Sûdanê alozî û şer dewam dike, Hikumeta Başûrê Sûdanê biryar da ku ji ber ewlehiyê sînorê xwe yê bi ser Sûdanê ve bigire.
Piştî civîna awarte ya serokê Başûrê Sûdanê Salva Kiir Mayardit a bi fermandarên artêş û ewlehiyê re û rewşên li Xertûmê nîqaş kirin, ev biryar hate dayîn.
Çavkaniyan da zanîn ku ji bilî tevgera çûn û hatina penaberan sînor hate girtin û li ser paşxaneya ewlehiyê ku şerê li Xertûmê derbasî Cobayê nebe, ev biryar hate dayîn.