12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şadiye Manap hat berdan

Girtiya 30 salan Şadiye Manap ku sala borî roja hatibû berdan careke din hatibû girtin, hat berdan.

Şadiye Manap ku di 1’ê kanûna 2022’yan de piştî girtina xwe ya 30 salan roja ku hatibû berdan û berî ku ji Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan derkeve hatibû binçavkirin û di 5’ê kanûnê de hatibû girtin, piştî 30 salan ji Girtîgeha Kandirayê ya Hejmara 1’ê hat berdan.

Rêveberên HDP’a Kocaeliyê, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAD-FED) û gelek jin Manapê pêşwazî kirin. Manap, bi tilîlî û kulîlkan hat pêşwazîkirin.

Danişîna doza ku di sala 2020’yan de bi angaşta “Rêxistinê ava dike û bi rê ve dibe” lê hatibû vekirin duh li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê hatibû dîtin û der barê wê de biryara berdanê hatibû dayîn.