Midûriyeta Giştî ya Emniyetê (EGM) bi hinceta ku Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakiyê ji polîsên êrîş kiribûn re gotibû “dagirker”, giliyê Sakî kir. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya beriya giliyê midûriyetê, têkildarî mijarê daxuyanî dabû û wiha gotibû: “Ez, parlamentera HDP’ê ya ku ji polîsên me yên mudaxaleyî çalakiya bêdestûr kirin re heqareta ‘dagirker’ kiriye, şermezar dikim.”