Li ser ji Dûdû Yilmaz a ku 3 roj berê li navçeya Ûrla ya Îzmîrê li pansiyonekê bi cih bûbû û hevjînê wê R.Y. agahî nehatin wergirtin, tîmên polîsan ên hatin pansiyonê Dûdû Yilmaz bi awayekî qetilkirî dîtin. Di lêkolîna ji aliyê tîmên tenduristiyê de hate tespîtkirin ku Yilmaz jiyana xwe ji dest daye. Agahî ji hevjînê wê R.Y. jî nehate wergirtin.
Cenazeyê Yilmaz piştî lêkolîna ji aliyê dozger ve hate kirin, birin morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.
Riha
Ayşegul Irmak (20) a li Taxa Meydan a girêdayî navçeya Bêrecûk a Rihayê dijiya, li mala xwe bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Cenazeyê Irmak şandin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.