Li Tirkiyeyê û Kurdistanê rewşa qeyrana aborî her ku diçe zêdetir dibe. Ji ber vê li Tirkiyeyê û li Kurdistanê zarokên ku di karên giran de dixebitin hejmara wan her ku diçe zêdetir dibe. Ev qeyrana aborî ya heyî ji aliyekî ve dibe sedema xizaniyê û ji aliyê din jî dibe sedema bêkarbûnê. Niha li gelek kargehan ciwanên ku bi mûçeyên kêm dixebitin hene. Ji ber ku bihayê jiyanê gelek giran bûye nikarin debara xwe û ya mala xwe bikin.
Li gelek kargehan jî kesên ku dixebitin mûçeyên wan nagihêje 3-4 hezaran û bi pereyekî gelekî kêm karkeran dixebitînin. Kesên ku bûne hostayên kar, mûçeya wan nagihêje heta dawiya mehê.
Li cihên wekî senayiyê xwendekarên ku beşa motorê dixwînin û li wir staja xwe dibînin fêrî hostatiyê dibin. Ji bo fêrî karekî bibin zehmetiyeke gelek mezin dibînin. Kesên hosta bin jî hê mehana wan nagihîje 10 hezaran û di ser de jî wan bê sîgorta didin xebitandin. Qeyrana aborî esnaf û karkerên Amedê bêzar kiriye û ew ji vê rewşê gelek bi gazinc in.
Karkerê bi navê Orhan Kara got ku ew di saetên serê sibê dest bi karê xwe dike lê gelek caran heta saetên dereng em dimînin û ev tişt anî ziman: “Ez niha staja hostetiyê dibînim. Di ber de jî diçim dibistanê. Ji ber ku di nava hefteyê de zêdetir li kar dimînin, dereng biçim malê û kêm diçim dibistanê.”
‘Bihayê her tiştî zêde bûye’
Welatiyê bi navê Ahmet Ay anî ziman ku êdî li tu deverê nikarin ji bo mala xwe xwarinê bistinîn û ji zarokên xwe re tiştekî bistînin û wiha got: “Em dema ku diçin dikanên mezin çavên me li bihayên xwarinê dikevin em naxwazin li wir bisekinin û tiştek bistînin. Ez bi xwe jî hosteyê qeynaxê me lê mûçeyê ku ez distînim têrî me ya mehekê nake. Ji ber ku mirov diçe li ku derê bihayê her amûrên ku ji bo pêdivîyên jiyanê pê hene nayên stendin. Gelek caran dema em derdikevin diçin derve em newêrin di ber dikanan de derbas bibin. Ji ber ku her tişt biha bûne û zarok jî ne di fêhma hebûn û tunebûnê de ne, dixwazin ku mirov ji wan re her tiştî bistîne. Ger wiha derbas bibe ew ê rewş xirabtir bibe.”
‘Jiyan ji ciwanan re zehmet tê’
Xwendekarê ku nexwest navê xwe bide qala rewşa xwendevanên ku beşa motorê xwendine wan nakin kar ji ber rewşa kargehan jî nebaşe û wiha axivî: “Li gelek deveran şagirtên ku di vê beşa motorê dixwînin xwe nagihînin armanca xwe. Ji ber ku êdî hêviya tu kesî nemaye her kes dixwaze here derveyî welat. Êdî jiyana li vir ciwanan gelek zor û zehmet tê, pirî caran dema mirov bê kar û bê pere be gelek bêaramî dikeve navbera me û malbatên me. Gelek caran em nikarin ji xwe re cixarê jî bistînin. Ji ber bêkarî û bêperebûn her ku diçe zêde dibe.”
‘Aborî roj bi roj me diwestîne’
Hosteyê ku nexwest navê bide diyar kir her roja ku diçe aborî êdî dibe xeyal û got: “Em ê êdî jiyana xweş di xewnên xwe de bibînin. Ji ber ku her roj ji roja din xirabtir dibe. Êdî mirov dixwaze bizivire demên berê. Ev rewşa aboriyê her roj û gav mirov diwestîne. Dema ku mirov diçe malê çavên zarokan li destên bavê wan e. Lê em nikarin tiştekî ji bo zarokên xwe bistînîn, mixabin ew jî êdî ji me hat dizîn. Em bi mûçeyên xwe nikarin ji zarokên xwe re cil û bergên nû bistînin”
‘Ev pergal li her derê heye”
Hosteyê mobîlyayê yê ku nexwest navê xwe bibêje der barê zehmetiyên dijîn de ev tişt anî ziman: “Bihayên tiştan ji beriya hilbijartinê heta niha gelek cudatî ketiye, êdî em nikarin wekî berê bihayê amûrên ku me ji bo kar dianî em pê dixebitîn. Ji niha pê ve em êdî nikarin yên nû bistînin. Bi salan e cihên em tiştan jê dikirin, êdî bi deyn tu tiştekî nadin me. Ew di vê mijarê de mafdar in. Ji ber ku sûcê wan jî nîn e, ev pergal li her derê heye. Ger wiha dewam bike, wê li gelek deveran esnaf dikanên xwe bigirin. Êdî her ku biçe wê rewş xirabtir bibe. Em tenê ne di vê rewşê de ne, cotkar û kesên ku bi karê ajaldariyê re eleqedar dibin bêhtir bi bandora dibin. Qeyrana aboriyê herî zêde bandorê li ser welatiyên xizan û feqîr dike. Jiyana wan bi temamî serobino dibe.”