Li Tirkiyeyê rewşa girtiyan her roj ber bi xetereyê ve diçe. Bi taybetî jî di serdema AKP-MHP’ê de girtîgeh bûne cihên zext û zordariyê. Li gorî daneyên ÎHD’ê, 51 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş di girtîgehan de ne û ji sala 2022’yan heta niha 93 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Girtiyên nexweş ku mafê wan ê tenduristiyê tên binpêkirin, terkî mirinê hatine kirin. Her wiha girtiyên ku cezayên wan diqedin jî bi hincetên bêbihgeh tahliyeya wan tê astengkirin. Herî dawî girtiyê nexweş Behçet Kaplan (31) ku di sala 2014’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, di 15’ê gulanê de li Girtîgeha Xelatê ya Bedlîsê ya Tîpa T jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê MED Malbatên Girtî û Hikûmxwaran û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê (MED TUHAD-FED) Zekî Baran der barê rewşa girtiyên nexweş û helwesta Tirkiyeyê de ji rojnameya me re axivî. Baran got ku heta niha zêdetirî 100 kesan înfazêmn wan hatine şewitandin û wiha axivî: “Ji ber ku ew poşmaniyê qebûl nakin şewtandina înfazên wan tên taloqkirin. Bi rastî jî dema ku mirov li pergalê dinêre armac ne tenê dîlgirtina girtiyên siyasî ye. Yanî armanca wan şikandina vîna girtiyên siyasî ye. Li gor kêfa xwe înfaza wan dişewitînin. 30 salan di girtîgehê de dihêlin û ji ber poşmaniyê qebûl nakin heta 6 mehan înfaza wan dişewitînin.”
Rewşa girtiyên nexweş xeternak e
Baran diyar ku ew jî di qada têkoşînê de weke saziyên din pir hindik heman pirsgirêkan dijî û wiha domand: “Hewce ye mirov binê vê xêz bike; girtiyên nexweş cihê ku divê demildest werin dermankirin tevî ku înfaza wan qediyaye jî nayên tahliyekirin. Girtiyên nexweş terkî mirinê kirine. Mirov dikare Mehmet Emîn Ozkan weke mînak nîşan bide. Ozkan zêdetirî 80 salî ye kes nekeve binê milê wî nikarê bimeşe. Bi vî halê xwe di girtîgehê de tê girtin. Jixwe girtî ji hemû mafên bingehîn bê par hatine hiştin. Dewlet bi hişmendiya ‘em çi bi kurdan bikin çawa bikin heye, tenê bila tu kes nebîne’ nêzîkî gelê kurd dibe.”
Tecrîd hê jî didome
Baran bal kişand ser girîngiya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha got: “Mirov heqîqet li ku windakiribe hewce ye mirov li wir bigere. Ev alozî û pirsgirêkên gelê Rojhîlata Navîn dijîn rasterast bi tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin ve girêdayî ye û ev tecrîd hê jî didome. Heta ku ev tecrîd neyê şikandin wê ev pergal xwe bi awayekî bide jiyandin. Îro tecrîda bi nirxên mirovatiyê nayê îfadekirin a ku li ser birêz Ocalan tê meşandin, ne tecrîdeke ku li ser şexsekî tê meşandin e. Aramanca tecrîdê qûtkirina fikr û ramanê birêz Ocalan û civakê ye. Pergal vê baş dizane ku wexta fikir û ramanên birêz Ocalan di nava civakê de, bi taybetî di nav gelê kurd de bi goşt û hestî bibe wê serobino bibe. Pergal dema ku bixwaze tiştekî bike li ser civakê ferz dike. Ji bo bigihîje aramanca xwe vê yekê li Girava Îmraliyê, dawiyê jî li hemû girtîgehan diceribîne. Hevalên ku me bi wan re hevdîtin pêk aniye di nirxandinên xwe de dibêjin ku pêkanîn salên 90’an li ser wan dimeşînin.”
‘Êdî ji vê wêdetir tune ye’
Baran kiryarên dewletê yên li ser gelê kurd û erdnigariya Kurdistanê bi bîr xist û wiha direjî da axaftina xwe: “Rast e di salê 90’an de dildarê dozê li nav kûçeyan dihatin înfazkirin. Li Kurdistanê goristan hatin bombebarankirin. Hestiyê miriyan ji gorên wan hatin derxistin. Êdî ji vê wêdetir tune ye. Dema em li xwezaya Kurdistanê dinêrin bi taybetî li Botanê her roj daristan tên qetilkirin. Bi destên cerdevanan û bi pêkhateyê pergalê tên firotin. Dîsa çiya û daristanên Kurdistanê ji aliyê dewletê ve bi bombeyên kîmayî têne bombebarankirin. Li dijî zarokên gelê kurd çekên kîmyayî tê bikaranîn. Tiştê herî girîng ew e em hewl bidin ku di serî tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Ya duyan jî ev 24 sal in ku di girtîgehê de bi taybetî ji 27 meh in, bi tu awayî tu agahî ji birêz Ocalan nayê girtin û dewlet jî tu agahiyê nade. Dibe ku birêz Ocalan di destê dewletê de dîlgirtî be lê fikir û ramanên wî li cîhanê belav bûne. Heke em îdia dikin ku rêhevalên Ocalan in, divê em jî weke Rojava fikir û ramanên birêz Ocalan bi goşt û hestî bikin û pergalekê ava bikin. Ez bawer im wexta ku em hinekî binê vê îdiaya xwe tije bikin, birêz Ocalan fêm bikin têkoşîna xwe bimeşînin, em ê wê demê xweştir û zûtir karibin vê pergalê ava bikin.”
‘Dîlgirtin divê neyê qebûlkirin’
Baran destnişan kir ku doza ku dimeşînin doza heqîqetê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mirov kesekî ji xwe re serok qebûl bike, mimkûn nîn e mirov dîlgirtina wî qebûl bike. Bi xwedîderketina têkoşînê mirov dikare azadiya fîzîkî ya Ocalan bi dest bixe. Kurd û dostên kurdan li ku dijîn bila bijîn, ji destên her kesî tiştekî ku bike heye. Divê em nerazîbûna xwe li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan û zext û zordariya ku li girtîgehan tên meşandin nîşan bidin. Em bi vê bawer in ev doz doza heqîqetê ye. Heqîqet weke avê ye, wê biherike û riya xwe bibîne. Girtiyên kurd ên polîtîk naçin girtîgehê ranazên, kurdekî ku xwe nas kiribe jê re her der weke zanîngehekî ye. Weke qada perwerdehiyê ye. Kesekî ku 30 sal in di girtîgehê de be bi rastî jî ew fikir û ramanên birêz Ocalan di kesayeta xwe de bi cih kiriye. Wexta ew ji zîndanê derkeve jî civakê re dibe mînak. Mirov dikare bibêje şewtandina înfaza wan jî ji sedî sed bi vê ve girê bide.”