Komxebata “Bi Hev Re Ji Bo Rojhilata Navîn a Demokratîk, Riya Ber Bi Aştiyê Ve” li paytexta Lubnan Beyrûtê dest pê kir. Komxebat ji aliyê Kongreya Federal a Daîm a Lubnanê ve bi hevkariya Komeleya Newroz a Çandê, Platforma Rojhilat a Pirreng, Demokrattia Novus Orao Seclorum û Resilient Beirût tê birêxistinkirin.
Ji 10 welatên Rojhilata Navîn û cîhanê mîna Lubnan, Iraq, Tunis, Sûdan, Filistîn, Urdin, Misir, Afrîkaya Başûr, Îran, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê hiqûqnas, siyasetmedar û rewşenbîr beşdarî komxebatê bûne.
Li gorî agahiyên nû ku sekreterê giştî û damezirînerê Kongreya Federal a Daîm a Lubnanê Alfred Rîachî bi nûçegihanê ANHA’yê Ehmed Mihemed re parve kirine, dê ji Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê zêdetirî 200 kesayet tev li komxebatê bibin.
Di roja yekemîn ya komxebatê de dê Alferd Rîachî û mêvanan ve axaftin werin kirin. Piştre dê mijarên rûniştinên yekemîn û duyemîn werin nîqaşkirin.
Rûniştina yekemîn bi sernavê “Aloziya global û bandorên wê li Rojhilata Navîn” e. Di rûniştinê de dê aloziya global, sedem û bandorên wê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka, bandora aloziyê li Lubnanê û rêbazên çareseriyê werin nîqaşkirin. Her wiha dê pirsgirêka rêvebertiyê li Rojhilata Navîn were şîrovekirin.
Rûniştina duyemîn bi sernavê “Rêvebertiya gel û astengiyên li pêşiya wê” ye. Dê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, sedem û bandorên wê, rewşa heyî ya rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û têkoşîna ji bo têkbirina komployê werin nîqaşkirin.
Di roja duyemîn a dawîn de jî dê 2 rûniştin pêk werin û encamname were derxistin.
Di rûniştina sêyemîn a bi sernavê “Bingehên ronesansê li Rojhilata Navîn” de, dê şoreşa fikrî û exlaqî, neteweya demokratîk û şoreşa jinan werin şîrovekirin.
Rûniştina çaremîn wê bi sernavê “Ber bi Rojhilateke Navîn a demokratîk ve” were birêxistinkirin. Di vê rûniştinê de jî wê stratejiya hevpar a ji bo avakirina rojhilateke navîn a demokratîk, xebatên hevbeş ên ji bo pêkanîna konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn û rêbazên çareserkirina pirsgirêka penaberiyê ya li herêmê, bi taybet li Sûriyeyê werin şîrovekirin.