Şevê din li ser riya di navbera Amed û Rihayê de kamyonekê li TIR’a bi plakaya 34 BAK 122 bacan lê barkirî da. Hat zanîn ku TIR parkkirî bû û kamyonê ji pişt ve lê xistiye. Di qezayê de ajokarê kamyona ku plakaya wê nehat zanîn jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Cenazeyê ajokarê kamyonê asê mabû û ekîbên agirkujiyê ji wesayîtê derxistin. Welatiyên birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.