Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarê Erziromê yê herêma Serhedê bi pileya 4.6 erdhej çêbûye. AFAD’ê, destnîşan kir kku erdhej 7.4 kîlometre di bin erde de çêbûye.
Der barê xesarên canî û madî de heta niha tu agahî nehatine parvekirin.