Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 748’emîn li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû pêk anîn. Di çalakiyê de wêneyên windayan ji alî xizmên wan ve hatin hildan.
Encama polîtîkayên ewlehiyê ye
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdûllah Zeytûn di çalakiyê de axivî. Zeytûn destnîşan kir ku binpêkirinên mafan dewam dikin û wiha got: “Erîşên beriya hilbijartinê, piştî hilbijartinê jî dewan dikin. Îşkence û binçavkirin zêdetir bûn. Herî dawî wesayîta zirxî li Erdem Aşkan xist û di encamê de Aşkan jiyana xwe ji dest da. Qezayê wesayitên zirxî yên di salên dawî de tên kirin, encama polîtîkayên ewlehiyê ne. Bi van polîtîkayên ewlekariyê pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin.”
Vê hefteyê aqûbeta Selahattîn Akbûlût hate pirsîn ku ew di 21’ê Hezîran sala 1994’an de li gundê Şervan ê navçeya Bismil a Amedê hatibû windakirin. Vê hefteyê çiîroka winda ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan a Şaxê Amedê Firat Akdenîz ve hat xwend.
Çîroka winda wiha ye:
“Selahattîn Akbûlût bavê yazdeh zarokan bû. Ji ber ku cerdevaniyê qebûl nekir, gelek caran ji aliyê hêzên dewletê ve rastî zextan hat. Bi heman hincetê gelek caran hat binçavkirin û gefa kuştinê lê dihat kirin. Di 21’ê Hezîrana 1995’an de li gundê Tatliçayir ê navçeya Bismilê ya Amedê ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin. Dema cendirme li gund bû, 5 kesên bi cil û bergên sivîl bi wesayîta marka Torosê ya spî hatin, Selahattîn Akbûlût bi zorê li wesayîtê siwar kirin û gotin ku dê îfadeya wî li midûriyeta polîsan bê girtin. Leşker Mehmet û Levent ên ku dihatin nasikirin jî di nav 5 kesên ku ji bo Akbûlût hatibûn de bûn.
‘Li ser bedana Akbûlût şopa îşkencê û guleyan’
Piştre jî malbata Akbûlût gelek serlêdan li serdozgeriya Komara Bismilê dikin, tevî ku dozger bi devkî binçavkirinê qebûl dike jî piştre dibêjin kesekî wisa nehatiye binçavkirin. Hin nasên Akbûlût gotin ku 25 roj piştî binçavkirinê wî di nava leşkeran de li derdora Rawestgeha Taksiyê ya Ayhan a Amedê dîtine. Cenazeyê Akbûlût di 26’ê Sibata 1996’an de li Çemê Kûrûçay ê gundê Goma yê navçeya Bismilê di nava qûmê de hat dîtin. Li ser bedena Akdenîz şopa îşkenceyê û guleyan hebû.
Tu ceza nehatin birîn
Tevî hemû hewldanên malbatê yên hiqûqî di doza Akbûlût de tu pêşketin çênebûne. Der barê Fermandarê Tabûra Komando ya Navçeya Bismilê Îzzet Cûral de jî lêpirsîn nayê vekirin, berovajî Îzzet Cûral ji bo Serokatiya Daîreya Çalakiyan a Fermandariya Giştî ya Jendermeyan tê tayînkirin. Ji wê demê heta niha der barê kujerên Akbûlût de tu cezayên sûc nehatine birîn.” Daxûyanî bi çalakiya rûniştinê bidawî bû.
Êlih