Li gorî raporên derbarê rojnamegeran de hatine weşandin Tirkiye li cîhanê di rêza herî xeternak de ye. Ev jî rewşa rojnamegeran bi awayekî aşkera radixe berçavan. Bi taybetî jî herî rojnamegerên kurd bi zext, zordarî û girtinan re rû bi rû dimînin. Wexta em li hejmara rojnamegerên girtî dinêrin dibînin ku hejmareke zêde jê kurd in. Rojnamegerên kurd ji ber li pey heqîqetê ne û rastiya deshilata AKP-MHP’ê radigîhîne civakê bi êrîşên aşkera re rû bi rû dimînin.
Dozgerên AKP-MHP’ê bi delîlên bêbingeh derbarê rojnamegerên kurd de dozê vedikin û operasyonên qirkirinê pêk tînin. JI wan operasyonan yek jê operasyona 8’ê hezîrana 2022’yan e. Serdozgeriya Amedê di çarçoveya operayonekê de bi ser sazî û dezgehên çapemeniya azad de girtin. Di encama vê operasyonê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes binçav kirin. Rojnameger, 8 rojan di bin çavan de hatin ragirtin û di 16’ê hezîranê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyînê Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Edîtorê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Rojnameger Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin û Kadîr Bayram û Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Polîsên AKP-MHP’ê di operasyonê de li gel malên rojnamegeran li şîrketên Pel, Piya û Arî û buroya JINNEWS’ê ku rojnamegerên lê dixebitin jî lêgerîn kirin. Li saziyên mîna Piya û Arî Yapimê 30 rojan zêdetir di bin navê “lêgerînê” de dagir kirin û nehiştin xebatkar bikevin avahiyê. Bi vî awayî hewl dan ku xebatên çapemeniya azad asteng bikin.
Piştî girtina rojnamegeran 10 meh şûnde îdianame hat amadekirin. Di îdianameya der barê 15 jê girtî bi giştî 18 rojnamegeran hatiye amadekirin de arşîvên dîmenan ên şîrketên produksiyonan, wêne û dîmenên ji bo bernameyan li ser înternetê hatine daxistin, rojname û pirtûkên hatine “desteserkirin” û pereyê ji bo bernameyan hatiye dayîn weke sûc hatin hesibandin. Di ser vê operasyonê de salek derbas bû. Hîn jî rojnameger derneketine pêşberî dadgehê. Danişîna yekemîn a rojnamegeran di 11’ê tîrmehê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.
Armanca wan ew e bû ku pêkanînên li ser gelên Kurdistanê ji civakê veşêr in û faşîzma xwe dijwartir bikin. Heke rojnamegerên kurd faşîzma dernexistibana holê wê dîmenên Geverê yê ku kurd li erdê dirêj kiribûn û berê çekên xwe dabûn wan û bi dengekî kirêt digot; “Ev dewlet çi bi we kiriye”. Yan jî wê gelek welatiyên me ji helîkopteran bavêtana. Heke îro newêribin van tiştan bi awayekî aşkera bikin ev bi saya rojnamegerên kurd e. Rojnamegerên kurd ji her kesî bêhtir ji rojnamegerên kurd ditirse. Tirsa ku rojnamegeran xistiye dilê faşîzma AKP-MHP’ê di her operasyonên qirkirina siyasî de rojnamegeran jî binçav dikin û digirin.
Ji ber ev tirsa ji rojnamegeran hişt ku Tirkiye di aliyê azadiya fikir û ramanê de ji dewletên herî paşketî jî paştir bimîne. Di vî alî de Tirkiye di rêza dewletên tarî û zordar de ye. Ev jî xelata faşîzma AKP-MHP’ê ye her tim bi vê yekê pesnê xwe didin. Ji bo Tirkiyeye ji tariyê derkeve û dawî li zext, zordarî, girtina rojnamegeran were divê her kes bi awayekî xurt xwedî li rojnamegeran derkeve. Xwedîderketina li rojnamegeran xwedî derketina li demokratîkbûn û azadiyê ye. Ev xwedîderketin jî bi beşdarbûna dozên çapemeniyê û pêkan e.