Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 20 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 2’yemîn a danişîna 25’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Di danişîna doza ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hate birêvebirin de parlamenterên Partiya Çepên Kesk û gelek parêzer amade bûn.
Hin siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin tev li danişînê bûn, kesên di girtîgehên cuda de tên ragirtin jî bi SEGBÎS’ê beşdar bûn. Danişîn bi xwendina mutalaaya dozger dest pê kir.
Piştî dozgerê dadgehê mutalaaya têkildarî lêkolînkirina rewşa girtî xwend, danişînê dest pê kir. Piştre jî endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÛK) ê HDP’ê yê berê Alî Urkut axivî. Urkut got ku Serokkomarê AKP’î propagandaya xwe ya hilbijartinê li ser Doza Kobanê meşand û bi vê yekê re çanda lînçkirinê pêk tîne.
Piştre jî Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Alp Altinors axivî û bal kişand ser biryara DMME’yê ya têkildarî Yuksekdag û Demîrtaş. Altinors wiha got: “Bi mutalaaya dozger re der heqê me de qesdeke nû tê afirandin. Hûn biryarên DMME’yê di biryarên xwe yên navberê de bi awayekî keyfî dinirxînin. Li gorî min hûn biryaran naxwînin. Ev biryar, bi dosyayê re eleqedar e. Tê gotin ku divê were tehliyekirin. Di biryarê de navê we hatiye dayîn. Dibêje ‘Şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran.’ Di biryarê de tê gotin ku twîtên HDP’ê ji bo piştevaniya bi gel re ye û bûyerên tundiyê bi vê twîtê re eleqedar nîn in. Sûcê min ew e ku min piştgirî daye vê twîtê. Min bi rola HDP’ê ya dê li Tirkiyeyê bawer kir û di kongreyê de bûm endam. Min li wir got dixwazim bikevim MYK’ê û hatim hilbijartin. Li rex we ve qirkirinek tê kirin û hûn li dijî vê bê deng namînin. Gelo ev e terorîstbûn? Ev bûyer meh û nîvek piştî qirkirina êzidiyan a li Şengalê qewimî. Dê tiştê li Şengalê hatin kirin li Kobanê jî bihatina kirin. Ma DAIŞ’ê bi fetwayekê negot; ‘keç û jinên kurdan ji we re helal in?’ Hûn, qirkirinekê didarizînin. Di pîrozbahiya hilbijartinê ya AKP’ê de dirûşmên ji bo darvekirina Demîrtaş tên berzkirin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê bidome. Ev dozên kûmpasê, ev bêhiqûqtî di nava hêzên me yên demokrasiyê de gelek bi bandor nîn in.”
Mebest tolhildan e
Piştî Altinors, siyasetmedar Ayla Akat Ata axivî û da zanîn ku rêvebirên pêvajoyê li derve serbest in û ew jî girtî tên darizandin. Ayla Akat Ata behsa pêvajoya wê demê kir û got: “Ev dosyaya em îro jê tên darizandin veguheriye dosyeya tolhildanê.”
We pişta xwe saxlem kiriye, fikrên we sabit in
Piştî Akat Ata, siyasetmedar Aynûr Aşan jî axivî û parastina xwe bi kurdî kir. Aşan anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêka tirkbûnê heye û di encama pirsgirêka tirkbûnê de pirsgirêka kurd derketiye holê. Aşan destnîşan kir ku gelê kurd mafên xwe yên weke statuyê, perwerdehiya bizimanê zikmakî û çandî dixwazin û wiha axivî: “Mafên herî bingehîn û rewa yên kurdan di vê hilbijartinê de jî hatin manipulekirin û krîmînalîzekirin. Daraz ne serbixwe ye. Heke daraz serbixwe bûya wê ev doz û hemû dozên din bihatina beraetkirin û her kes bihata berdan. Heyeta we wezîfeya xwe ya wîjdanê bi cih neanî. Ji bo ev wezîfe jî bi cih were helbet wêrekiyê dixwaze. Nexwê we pişta xwe spartiye cihekî xurt. Lewma hûn vê dosyeyê didomînin. Xalek ji dosyeyê nehat guhertin. Hûn bi awayekî ripîrast li jiyanê dinêrin. Fikra we sabît e. Gelo hûn pê bawer in ku wê ev îktidar 5 salan biqedîne?
Serokkomar sûc kir, ez wî gilî dikim
Dozger di mutalaya xwe de pêvajoya aştiyê tune dihesibîne. Gelo kê ev pêvajoyê bi rê ve bir? Ev pêvajoya binirx bi gotina ‘haya min jê nîn e’ ji holê hat rakirin. Hemû bar jî danîn ser pişta gelê kurd. Di dîplomasiya Tirkiyeyê de tu kes ji xeynî Serokkomar nikare biryarekê bide. Ji ber ku em bi îradeyeke azad tevdigerin, li vir tên darizandin. Serokkomar bi gotinên xwe Dadgeha Destûra Bingehîn binpê kir, sûc kir. Ez li vir giliyê Serokkomar dikim. Me hemûyan dike ‘kujerê’ 52 kesan. Medya alîgir jî Demîrtaş dike ‘kujer’ û dixwazin vê bixin ser milê civakê. Ez û hemû hevalên min ên ji vê dosyeyê tên darizandin weke ‘kujer’ hatin ragihandin û lansekirin. Sedema vê jî mutalaya dozger e û helwesta hûn nîşanî me didin e. Şandeya we jî ji vê yekê berpirsiyar e. Hûn nikarin serbixwe biryarê bidin. Çimkî hin tiştan li we ferz dikin. Lê belê riyeke we ya din heye. Hûn dikarin li gorî wîjdana xwe tevbigerin û sadiqbûna wî cubeyên xwe niha dikarin hemû hevalên me tehliye bikin. Ez li benda we me ku hûn biryareke bi vî rengî bidin.”