Di 20’ê gulanê de artêşa Iraqê bi maşîneyên zirxî û hêzeke zêde êrîş bir ser wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hewl da ku wargehê dorpêç bike. Leşkerên Iraqê bi makîneyên kar xwestin dora wargehê xendekan vedin, têl bikin û noqteyên kontrolkirinê bi cih bikin. Niştecihên wargehê li dijî vê hewldana artêşa Iraqê derketin û dest bi berxwedanê kirin. Di encama berxwedana 16 rojan de di navbera rayedarên wargehê û Iraqê de hevdîtin hatin kirin û di 4’ê hezîranê de lihevkirin pêk hat.
Di encama vê lihevkirinê de artêşa Iraqê ji derdora wargehê vekişiya û nistecihên wargehê jî li ser vê berxwedana xwe bi dawî kirin. Hevseroka Meclisa Giştî ya Wargeha Mexmûrê Fîlîz Bûdak, der barê pêvajoya berxwedana li wargehê û lihevkirina ku di navbera wan û Bexdayê de pêk hat de ji rojnameya me re axivî. Di destpêka axaftina xwe de Fîlîz Bûdak, destnîşan kir ku êrîşên li ser Mexmûrê ne nû ne û ji 30 salan ve pêk tên û bi van gotinan qala rojên dorpêçê kir: “Di 16 rojan de roj bi roj riya wargehê dihat girtin. Kesên rewşa wan a tenduristiyê xirab hebûn ji wan re jî astengî dihatin derxistin û nikaribûn derkevin dervayî wargehê.”
Rola PDK’ê Tirkiyeyê
Bûdak, bal kişand ser rola PDK’ê û dewleta tirk a di dorpêça wargehê de û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Ji sala 2019’an ve bi domdarî êrîş li ser wargehê didin meşandin. Heta carekê têl danîn jî me wekî gel têlê wan rakirin û artêşa Iraqê ji wir dûrxist. Ji wê demê ve zexta dewleta tirk li ser hikûmeta Iraqê heye. PDK jî sala 2019’an ve ambargo daniye ser wargehê. Êdî em nikarin bikevin Herêma Kurdistanê û destûr nadin zarokên me yên diçin dibistan û zanîngehan biçin dibistan û zanîngehên xwe. Dîsa şaredariya me ji ber ku bi awayeî fermî girêdayê hikûmeta Herêma Kurdistanê bû hinek derfet pêşkêş dikirin ji bo xizmeta gel, ew jî qut kirin.”
‘Dixwazin keda 30 salan derd bikin’
Di axaftina xwe de Bûdak, li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê jî rawestiya û ev agahî dan: “Dewleta tirk 30 sal in êrîşî wargehê dike û ji 2021’an ve jî dixwaze bi destê hikûmata Iraqê wargehê dorpêç bike. Ji bo vê armancê ji sala 2017’an ve bi dehan êrîşên hewayî li dijî Mexmûrê pêk anîne. Şehîdên me birîndarên me çêbûne, niha bi rojan e teyareyên keşfê yên biçek ên bêmirov li ser wargehê digerin. Armana êrîşên tên kirin belavkirina Mexmûrê ye. Dixwazin keda 30 salan derb bikin. Mirov dikare bibêje ku Mexmûr bi hemû hêza xwe bûye kelemek û ketiye çavên dewleta tirk.”
Lihevkirin
Bûdak, têkildarî hevdîtinên wan ên bi Bexdayê re jî agahî dan û bi van gotin dawî li axaftina xwe anî: “Piştî êrîş pêk hatin bi Bexdayê re hinek hevdîtin hatin kirin. Ji 2021’an hinek li ser daxwazên dewleta tirk zext li ser milet tê kirin. Wek mutabaqat rewşeke cuda nîne. Hin hêzên ku xesarê nedin wargehê elbet ew ê xwe bi cih bikin, lê ne di sînorê wargehê de. Cihên ku leşker lê bimînin wê bi tu şêweyî pirsgirêk dernexin. Li cihên xwe yên leşkerî wê hinek kuleyên xwe jî bi cih bikin. Di vî warî de em ê ji hev re pirsgirêk dernexin. Li ser vê lihevkirinê hêzên xwe vekişandin û me jî konên xwe rakirin dawî li çalakiya xwe anî. Ji ber ku me jî nedixwest di nevbera me û hikumet Iraqê de pirsgirêk derbikevin. Çi dibe bila bibe li ser axa xwe jiyîn mefê me ye, em jî naxwazin li beramberî yasayên ku hene bi tundî bertek nîşan bidin. Piştî ku hikûmet jî hinek di nava xwe de niqaş kir, bi me re jî rûnişt û li ser vê esasê me li hev kir.”