12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojên Muzikê wê bibin çirûskeke muzîka kurdî

Koordînatorê Ma Musicê Şerko Kanîwar, diyar kir ku mebesta wan bêtir zarokên kurd ku di nava lepên qirkirina çandî de ne xilas bikin bi vê hewldana wan her straneke kurdî derbê li asîmlasyonê dixe.

Ma Music ji sala hatiye avakirin heta niha bi gelek bernameyên cuda derketiye peşberî gel. Bernameya Ma Musicê ya herî dawî bi dirûşma‘Em ê nehêlin zarokên vî welatî bê muzîk bibîn’ 5’emîn Rojên Mûzîkê were lidarxistin. Ma Music’ê wê di nava 7 û 11’ ê tîrmehê de derkeve peşberî guhdarên xwe. Wê di Rojên Muzîkê de ji hemû amûrên ku şagirta li ser perwerde girtiyê konser bên dayîn.

Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar der barê xebata Rojên Muzîkê yên berê, niha û siberojê de ji rojnamame re axivî.

Şêrko Kanîwar di despêka axaftina xwe de diyar kir ku ew her sal di bin navê rojên muzikê de asta performansa şagirtan pêşkêşî malbat û gel bikin û ev wiha got: “Bila bê zanîn ku zarok di pêvajoya perwerdeya xwe de hatine kîjan astê û baweriya wan xurt bibe ta ku motive bibin. Ji bo hêdî hêdî ber bi profesyonêliyê ve gav bavêjin. Ji ber wê em rojên muzîkê çêdikin. Ji roja yekem ve em rojên muzîkê çêdikin. Di binê banê Ma Musicê de Koma Ma, Jin Ma û Orkestra Ma konseran jî didin. Li Ma Musicê kijan şagirt kîjan amûrê de û astê de perwerde girtibe wê di wê astê de performansa wan were nîşandan.

Şêrko Kanîwar diyar kir ew dixwazin asta xebatên xwe berfireh bikin û bigihîjin derdorên nû wiha derbirî: “Bê guman ev jî ast bi ast in. Wê li Ma Musicê şevekê yan jî du şevan li salona me ya piçûk wê performansên piçûk çêbibin ji bo şagirtên ku hinekî pêş ketîne. Lê belê li baxçeyê Zarok Ma’yê asteke profesyonel di formata konserekî de zarokên ku ji roja Ma Music vebûye û heta niha, heta zarokên ku ji koservataûra Aram Tigran ku li cem me ne êdî hatine asteke pirofesyonel wê di asta konserekî de performansên xwe pêşkeşî malbat û gel ku em wan vedixwînin Rojên Muzîkê, bikin. Mebest bi Rojên Muzîkê hem zimanê kurdî û hem muzîka kurdî di rojeva bajêr de bimîne. Ya din jî ji bo zarok û malbatên nû teşwîk bike da ku zarokên wan jî werin bi kurdî perwerdehiya muzîkê bigrin. Rast e em li Amedê ne lê dibe haya her kesî ji me tune be. Em dixwazin xwe bigihînin her zarokên welat, ne tenê yên Amedê. Dibe li bajarên din yên vî welatî û Ewropayê ji bo hêviyên malbata ev Rojên Muzikê bibin çirûskeke ku zarokên wan dest bi perwerdehiya muzîkê bikin”

Ji bo zarokên kurd

Şêrko Kanîwar da zanîn ku pêdiviya zarokên welat bi xebatên weke Ma Musicê heye wiha got: “Ji ber ku em neteweke jê re dibêjin bindest ku statuya xwe hîn bi dest nexistiye, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê mafê bi zimanê dayikê yanî yê kurdî perwerdehî tune, yanî jî bilî Rojava li tu welatî tune. Tenê dersên hilbijarî wiha bêjim di qûncikekî de heye. Di vî bajarî de zarokên kurd ne di valahî, hema bêje di tunehiyê de ne. Yanî zimanê ku em dibêjin em pê hene û xwebûna xwe pê rave dikin. Em kurd in, divê zarokên me bi kurdî perwerdehiya muzîk, şano, werzîş û dersên kompîtûrê bistînin. Divê karibin li bazara danûstandinê xwe bi kurdî bikin û bi kurdî bilîzin. Divê em henêlin zarokên me bê muzîk bimînin ku di valahiyê de nemînin.

Kanîwar bi bîr xist ku muzîk ji bo kurdan du caran hewce ye û axaftina  xwe wiha domand: “Em wisa difikirin ku muzîk parçeyek ji jiyana mirovan e. Pirsên wisa qilîşe hene, dibên ka muzîk tune be, dibe. Na, nabe îja divê ji bo kurdan du caran muzîk hebe.  Bi awayê gihiştî li ser dêrûniya mirovan bandor dike. Muzîk dihêle zarokên şermok xwe di nav civakê de îfade bikin û karê komûnal bikin. Zarokên ku em bêjin ezperst in sewqî karê hevbeş dike. Muzîk çanda demokrasiyê hînî zarokan dike. Kurd miletekî muzîkal in. Yanî ez karim bibêjim muzîk jî wekî zimanê dayikê, şertekî jiyanê yê yekemîn, bingehîn û sereke ye. Çawa zimanê kurdî girînge û em nikarin dev jê berdin em wisa nikarin dev ji perwerdehiya muzîka zimanê kurdî jî berdin.

Kanîwar girîngiya muzîka kurdî jî wiha anî ziman: “Ji ber ku muzîka me parçeyek mezin ê nasnameya me ye, em dikarin xwe bi muzîka xwe bidin nasîn. Çanda me bi devkî bi riya stran û destanan hatiye. Em dikarin di nava stranên xwe de şopa dîroka xwe bimeşînin. Wextê em dibêjin zarokên welat, em behsa zarokên Amedê tenê nakin. Em behsa zarokên çar parçê Kurdîstanê, metropolên Tirkiyeyê û zarokên me yên ku li Ewropayê belav bûne, dikin. Bi awayekî gerdûnî jî em behsa hemû zarokan dikin ku kevir li ser kevir nemîne jî divê zarok bê muzîk nemîn in. Ji ber ku muzîk di jiyana zarokan de cîhekî pir girîng digire ku bandoreke pozîtîf li wan dike. Çi dibe bila bibe em ê hewl bidin ku bi zimanê kurdî muzîkê bigihînin zarokên welêt.”

Tofan û qeyûm

Kanîwar bi bîr xist ku hîn sala avakirina Ma Muzîcê neqediyaye wan yekemîn ‘Rojên Muzîkê’ bi dirûşma ‘Li her derî muzîk û ji bo her kesî muzîk’ li dar xistine û wiha qala dirûşma Rojên Muzikê kir: “Ev di heman demê de dirûşma Ma Musicê ya gîştî ye. Divê muzîk xwe bigîhîjîne her derê cîhanê. Piştî gelek tofanan û qeyûma me ev sazî bi hevkariyê ava kir. Ji ber ku me got divê perwerdehiya muzîkê bi zimanê kurdî nesekine ev dirûşma ‘Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin’ bi awayekî xwezayî derket. Ev dirûşm di esasê xwe de ya her salan e. Me li ser her dikan tim ev dirûşme digot. Em bala xwe bidinê îsal çavê her kesî lê bû piştî hilbijartina li Tirkiyeyê bi awayekî erênî encam derkevin. Heviyên kurdan û civakê hebûn. Ji bo ku mirov ne bê hêvî bin me xwest careke din vê dirûşma xwe bînin bîra gelê xwe. Kevir jî li ser kevir nemîne em reşbîn nabin û hêviya xwe winda nakin. Ji ber niha pêdivî pê heye ku em hêviyê bidin hev du. Pêdivî pê heye ku em ruhê berxwedêr ruhê têkoşer yê çand û hunera kurdî winda nekin. Ev dûrişma me jî ji bo ku ev ruh zîndî bimîne ye.”

‘Di nav daborî û siberojê de pir e’

Kanîwar di berdewamiya axaftina xwe de “Mebesta me bêtir zarokên kurd ku di nava lepên qirkirina çandî da ne. Ez dikarim bi rihetî bêjim ku bi hînkirina straneke kurdî em derbê li asîmlasyonê dixin. Niha zarokekî du salî Hesen Zîrek, Meryemxan, Mihemed Şêxo nas dike. Yanî em hewl didin di temenekî piçûk de tovê çanda kurdî ruhê kurdewar bistînin da ku ev çanda zimanê ku bi salan e tune tê hesibandin winda nebe. Wekî tê zanîn di meclîsa Tirkiyeyê de wekî zimanê ku nayê zanîn tê qebûlkirin. Em hewl didin qiymeta wê di asta perwerdehiyê de bilind bikin. Muzîk ji bo nifşên me duh, îro û siberojê pir girîng e. Ma Music ji bo zarokan di nav paşerêj û siberojê de pir e. Perwerdehiya me ya muzîkê hem di standartê cîhanê de ne hem jî akademîk in. Hem jî bi kurdî ne. Ji bo em pêşî li pişaftina çandî bigirin û derbê lê bixin divê çanda ku hatiye heta îro bi awayekî xweşiktir veguhezînin”

‘Em ê gundekî muzîkê ava bikin’

Kanîwar der barê xebatên xwe de mizgîniyek ragihand û  axaftina xwe  wiha bi dawî kir: “Ez dixwazim mizgîniyekî bidim. Demeke direj e em difikirin êdî ji bo ku pratîk jî tekevin nava liv û tevgerê. Ma Music navend e, Zarok Ma jî şaxa wê yekemîn e. Me plan kiriye, em heta payîzê li Ewropayê li Almanyayê şaxeke Ma Musicê ji bo zarokên kurd ku li wir dijîn, vekin. Em ê herin li gorî vê zanîna xwe zarokên kurd ku li welatên biyanî ji hêla çand û hunaera kurdî ve ku di valahiyê yan jî di tunebûnê de ne bi kurdî perwerde bikin. Em ê hewl bidin ku ji wir li hemû welatên Ewropa yên ku zarokên kurd lê dijîn bê muzîka kurdî nehêlin. Ger derfet yanî rewşa siyasî ku zemîna wê guncav bibe, em ê li Amedê ji bo zarokan gundekî muzîkê ava bikin. Ji bo zarok temasî xweza, ax û çandiniyê bikin. Di heman demê de ji bo jiyana xwezayî û muzîk bi hev re bimeşe e mê hewl bidin gundekî muzîkê ava bikin. Divê xwedîvanî û piştevaniyeke pir mezin lazim e ku saziyên wekî Ma Music li hemû kolanên Kurdîstanê û bajarên Tirkiyeyê ku kurd lê dijîn hebin. Divê bi dehhezaran saziyên bi vî rengî hebin ku em bikaribin zarokên xwe ji vê valahiyê û tunebûnê xilas bikin.”